bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
2 Thessalonians 2
2 Thessalonians 2
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 3 →
1
Em hîvî ji we dikin xûşk-birano, bona hatina Xudanê me Îsa Mesîh û tʼopbûna meye cem Wî,
2
hûn fikirê xweda zû şaş nebin û xwe unda nekin, ne pê pʼêxembertîyê, ne pê gotinê, ne jî pê neʼma yançîye me nivîsîbe: «Va ye Rʼoja Xudan îdî hatîye».
3
Bira tʼu kes we tʼu tiştîva nexapîne, çimkî ew Rʼoj nayê, hʼeta ku rʼaberîbûn pêşda neyê û ew Merivê Neheqîyêyî pʼara ceʼnimê kʼifş nebe.
4
Ewê miqabilî her tiştêd ku xwedê têne hʼesabê yan têne hʼebandinê bisekine û xwe ser her tiştîrʼa bigire, hʼeta ku pʼaristgeha Xwedêda jî wê rʼûnê û eʼlam ke, ku xwexa Xwedê ye.
5
Gelo nayê bîra we, gava ezî hê cem we bûm, min ev tiştana werʼa digotin?
6
Û hûn zanin ku niha çi nahêle ew xuya be, wekî ew wextê kʼifşkirîda xuya be.
7
Çimkî Surʼa Neheqîyê îdî ya xwe dike, lê ewê ku niha nahêle, wê nehêle hʼeta ku xwexa ji navê bê hildanê.
8
Û paşê Ewê Neheqîyê wê kʼifş be, ku Xudan Îsayê bi hulma devê Xwe wî unda ke û bi xuyabûna şewqa Xweva wî kʼuta ke.
9
Hatina Yê Neheqîyê wê bi qewata mîrêcin be, hʼeta hʼunurê wî hebe wê nîşan û kʼeremetêd derew bike
10
û yêd ku unda dibin bi her cûrʼe neheqîya bixapîne. Ewana unda dibin, çimkî wana rʼastî hʼiz nekir û qebûl nekir ku xilaz bin.
11
Lema jî Xwedê xalifandineke zor ser wanda dişîne, ku ew derewîyê bawer bikin,
12
wekî dîwana wan her kesî bibe, yêd ku rʼastî bawer nekirine, lê kʼêfa wan neheqîyêrʼa hat.
13
Lê em gerekê her tʼim bona we ji Xwedê rʼazî bin, xûşk-birayêd ji alîyê Xudanda hʼizkirî. Çimkî Xwedê serê-sêrîda hûn bijartin, wekî bi Rʼuhʼ bêne buhurtî-jibarekirinê, rʼastîyê bawer bikin û xilaz bin.
14
Wê yekêrʼa Ewî bi Mizgînîdayîna me gazî we kir, ku bi vî awayî hûn rʼûmeta Xudanê me Îsa Mesîh bistînin.
15
Awa xûşk-birano, nig bidin eʼrdê û wan rʼaw-rʼizima qewîn bigirin, yêd ku hûn hîn bûne, heger bi gotinêd me be, yan bi neʼmêd me be.
16
De Xudanê me Îsa Mesîh Xwexa û Bavê me Xwedê, Yê ku em hʼiz kirin û bi kʼeremê dildayîneke hʼeta-hʼetayê û gumaneke qenc da me,
17
bira dil bide we û we nava hʼemû kira û gotinêd qencda bişidîne.
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 3 →
All chapters:
1
2
3