bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
2 John 1
2 John 1
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
Jump to:
Chapter 1
1
Ji kalepîr ve, ji pîreka ku hatiye bijartin re û zarokên wê re, ya ku di rasteqîniyê de ez jê hez dikim û ne tenê ez, lê belê hemûyên ku rasteqîniyê nas kirine jî,
2
ji ber rasteqîniya ku di me de disekine û dê abadîn bi me re be.
3
Bila ji Bav Xwedê û ji Lawê Bav, Xudan Îsa Mesîh ve, di rasteqîniyê û hezkirinê de xêr, dilovanî û xweşî bi we re be!
4
Gava min dît hinek zarokên te, mîna ku me emir ji Bav girtine ew ûsa di rêya rastiyê de diçin, ez bo wê pirr kêfxweş bûm.
5
Û niha, ya xanim, ne mîna ku ez emrekî nû ji te re dinivîsînim, lê ya ku di destpêkê de bi me re bû dinivîsînim û ji te rica dikim: Em ji hev û din hez bikin.
6
Û hezkirin ev e; li gor emirên wî bimeşin. Mîna ku we di destpêkê de bihîstin, bona hûn di vê de bimeşin, emir ev e.
7
Ji ber ku, pirr kesên xapînokî li dinê belav bûne; ew hatina Îsa Mesîh di bedenê de qebûl nakin. Yê ku xapînok û dijberê Mesîh e, ev e.
8
Li xwe miqate bin ku, bona hûn tiştên me ked dayinê winda mekin, lê belê heqê xwe bêkêmasî bistînin!
9
Hemû kesên ku pêş ve diçin û di hînkariya Mesîh de nasekinin, di wan de Xwedê tune; yê ku di vê hînkariya de disekine, di wî de him Bav û him jî Law heye.
10
Ger dema kesek were cem we û vê hînkariyê neanî be, wî kesî qebûlî malê mekin û silavê nedin wî!
11
Ji ber ku yên silavê didin wî, dibin şirîkê karên wî yî xerab.
12
Hîn pirr tiştên ku ji we re binivîsim hene, min nexwest ku bi kaxizê û hibirê ve binivîsînim; lê belê hêviya min ew e ku ez werim cem we û bi we re rû bi rû biaxifim; da ku, bila dilşayiya me temam bibe.
13
Zarokên xwuşka te ya ku hatiye bijartin, ji te re silav dikin. Amîn.
Jump to:
Chapter 1
All chapters:
1