bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
3 John 1
3 John 1
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
Jump to:
Chapter 1
1
Ji vî kalepîrî ve, ji Gayosê xoşewîst, yê ku ez bi rastî jê hez dikim re!
2
Ya xoşewîst, çawa ku canê te di xweşiyê de ye, ez dixwazim ku, tu di her tiştî de di nav tenduristî û xweşiyê de bî!
3
Ji ber ku dema birayan hatin; mîna ku tu di rastiyê de dimeşe, bona rasteqîniya te şahdeyî kirin, ez pirr kêfxweş bûm.
4
Ji ber vêya, xeynî ji bihîstina meşa zarokên min, ya di rastiyê de, kêfxweşiyek minî mezintir nîne.
5
Ya xoşewîst, ji birayan re û tevî vêya ji xerîban re her tu çi dikî, xebatên dilsoz û ji dil dikî;
6
wana li ber Dêrê ji hezkirina te re şahdeyiyê kirin. Gava tu wana bi mîna liyaq bûna Xwedê ve bişînî, tuyê qenc bikî.
7
Ji ber ku ji Neteweyan tiştekî nestendin û di oxra Nav de derketin rê.
8
Niha, bona ku em di oxra rastiyê de bibin kedkar, em deyndar in ku kesên ûsa qenc qebûl bikin.
9
Min ji Dêrê re hinek tişt nivîsand, lê belê di nav wan de, yê ku aşiqê meqama herî bilind e, Diyotrefîs me qebûl nake.
10
Ji ber vê yekê, ger ez werim, ez ê karên wî yên li dijî me bi gotinên xerab û bi îftirayê kirine di bîr de bînim û bi vêya nasekine, ew bi xwe birayan jî qebûl nake û ji yên dixwazin re jî astengiyê derdixe û wan ji Dêrê ve davêje derve.
11
Ya xoşewîst, ne xerabiyê, lê qenciyê ji xwe re bike mînak. Yê ku qenciyê dike, ji Xwedê ye; yê ku xerabiyê dike, wî Xwedê nedîtiye.
12
Ji aliyê her kesî ve û bi xwe ji aliyê rasteqîniyê ve jî Dîmîtriyos re şahdeyî tête kirin û em jî şahdeyiyê dikin û tu dizanî ku şahdeyiya me rasteqîn e.
13
Gellek tiştên min yê ku ji te re binivîsînim hene, lê belê naxwazim ku bi hibirê û pênûskê ve binivîsim.
14
Lê belê ez hêvîdar im ku di nêzîk de ez ê te bibînim û em ê rû bi rû biaxifin.
15
Bila xweşî ji te re be! Heval silavê li te dikin. Ji hevalan re bi nav û nav silav bike!
Jump to:
Chapter 1
All chapters:
1
Recommended Reading
Commentary
3 John Commentaries
→
Devotional
3 John Devotional Guide
→
Get This Bible
PNU Study Bible
→