bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Jude 1
Jude 1
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
Jump to:
Chapter 1
1
Ji Cihûdayê ku qûlê Îsa Mesîh û birayê Aqûp, ji bangkirên ji aliyê Bavo Xwedê ve hatine hez kirin û di Îsa Mesîh de hatine parastin re:
2
Bila dilovanî, dilxweşî û hezkirin ji we re zêde bibe!
3
Ya xoşewîstno, dema gellekî xîret dikirim ku, ez ji we re di derheqê pev re xelas bûna me de binivîsînim; bi gotina rica kirina; hûn bona baweriya ku carekê ji pîrozan re hatiye emanet kirin têkoşînê bikin, ez hewcedar bûm ku ji we re binivîsînim.
4
Ji ber ku hin kesên bêxwedê, yên ku xêra Xwedayê me ji sefahetê re dikin navdîtî û yek fermandarê me û Xudanê me Îsa Mesîh înkar dikin, bi dizîka ketin nav we; darazbûna wan ji zû ve hatiye nivîsandin.
5
Hûn vana hemûyan dizanin jî, lê dîsa dixwazim bînim bîra we ku, Xudan gelê xwe pêşiyê ji welatê Misirê xelas kir; lê belê dawiyê yên ku baweriyê neanîne helaq kir.
6
Û wî, milyaketên di nava sînorên rayedariyên xwe de nemane û ji cîhê ku ji wan re hatiye danîn cuda bûne, bona roja mezin ya daraziyê, bi zincîrên ku venabin ve girê da û hepsî tariyê kir.
7
Sodom, Gomora û bajarê li dora wan in jî bi awayekî wekhev xwe radestî teqînên fuhş û rêçewtiyê kirin. Ev bajarê ku heta bêdawîbûnê cezaya di agir de şewitînê dikişînin, her yek mînakên ders jê girtinê ne.
8
Lê belê vana jî bi eynî awayî xeyalan dikin û bedenê gemarî dikin û rayedariyê bi tunehiyê dihesibînin û ji mezinîhayiyan re kufir dikin.
9
Lê belê heta sermilyaket Mikaîl jî, dema di derheqê cesedê Mûsa de bi Îblîs re têkoşerê dikir, newêriya ku bi kufir kirinê wî daraz bike; lê got: Bila Xudan bi te bipeke!
10
Lê belê vana, ji heçî tiştên ji wê fêhm nakin re xeberan didin û mîna heywanên bêvac di fêhmkirina tiştên xweza de dê helaq bibin.
11
Wey li wan! Ji ber ku di rêya Kayîn de çûn û bona qezencê ketin rêşaşiya Balam û di serîhildana Korah de helaq bûn!
12
Dema vana, di ziyafetên we yî hezkirinê de, bi we re bixwin û vexwin, leke ne, şivanên ku bêtirs xwe xwedî dikin in; ewrên bê baran yên bi ber ba ve diçin, darên payîzê yên bêmêw, yên ji rehê ve hatine kişandin û du caran mirî ne;
13
şepêlên har yên behrê, yên şermezariyên xwe belav dikin in; mîna stêrkên beredayî ne; tariyek heta bêdawîbûnê bidome li benda wan e.
14
Henoxê paşî Adem ji nifşeya heftemîn e, ji vana re jî peyxamberitiyê kir û got:
15
Bona li dijî her kesî cîh anîna daraziyê û di derheqê hemû karên wanî bêxwedê de, yên ku bi bêxwedêtiyê dikin û bona hemû tiştên tund yên ku gunehkarên bêxwedê li dijî wî gotine, bona hemû rêşaşan bêdeng bike, a vay, Xudan bi deh hezarên pîrozên xwe re hat.
16
Vana yên di berxwe de dibêjin û gazinca dikin; li pey şehwetên xwe diçin in û devê wan gotinên tûmtûrak dibêjin; yên ku bona qezencê hurmetê ji şexsan re dikin in.
17
Lê belê hûn, ya xoşewîstno, gotinên ku ji berê ve ji aliyê şagirtên Xudanê me Îsa Mesîh ve hatine gotin di bîr de bînin;
18
ku ji we re: Yên ku di dema dawîn de kêfê dikin, dê yên bêxwedê û li gor şehweta xwe dimeşin bibin, digotin.
19
Vana yên ku cihêtiyê dikin, bi hebûna mirov ve girêdayî û kesên ku di wan de Ruh tune ne.
20
Lê belê hûn, ya xoşewîstno, xwe li ser bingeha baweriya xwe ya herî pîroz e ava bikin; di Ruhê Pîroz de dua bikin;
21
dema hûn li benda dilovaniya Xudanê me Îsa Mesîh ya we bigihînî jiyana abadîn bin, xwe di hezkirina Xwedê de biparêzin.
22
Û dilovaniyê li hin kesên bêqirar re bikin;
23
hin kesan ji agir ve bikişînin û xelas bikin û ji hin kesan re jî bi tirsê dilovaniyê bikin û ji kincekî bi bedena biguneh ve hatiye gemar kirin jî bikerihin.
24
Niha, ji Xelaskerê me Xwedê yê yek e, yê ku hêza wî têra we ji ketinê ve biparêze û we bi kêfxweşiyek mezin û bêleke derxe hizûra xwe, heye re,
25
bi navgîniya Xudanê me Îsa Mesîh, berî hemû çaxan û niha û heta hemû çaxan bila bilindahî, rewnaqî, serwerî û qudret bibe! Amîn.
Jump to:
Chapter 1
All chapters:
1
Recommended Reading
Commentary
Jude Commentaries
→
Devotional
Jude Devotional Guide
→
Get This Bible
PNU Study Bible
→