bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
1 John 1
1 John 1
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 2 →
1
Em ser wê yekê werʼa dibêjin, çi ku serê sêrîda hebû, me ew yek bihîst, bi çʼeʼvê xwe dît, li Wî nihêrʼî û dest dane Wî: Ew Xebera jîyînê ye.
2
Jîyîn eʼyan bû, me ew dît, em şeʼdetîyê didin û bona wê jîyîna hʼeta-hʼetayê werʼa dibêjin, ya ku cem Bavê bû û meva eʼyan bû.
3
Ew tiştê ku me dît û bihîst em werʼa jî dibêjin, wekî hûn jî meva tʼevgirêdayî bin û ev tʼevgirêdana me jî tʼevî Bav û Kurʼê Wî Îsa Mesîh e.
4
Em van tişta werʼa dinivîsin, wekî şabûna me tʼemam be.
5
Ev e ew gotina ku me ji Wî bihîst û eʼlamî we dikin, ku Xwedê rʼonayî ye û tʼu teʼrî Wîda tʼune.
6
Heger em bêjin: «Em Xwedêva tʼevgirêdayî ne», lê teʼrîyêda bigerʼin, em derewa dikin û rʼastîyê nakin.
7
Lê heger em rʼonayêda bigerʼin, çawa ku Ew rʼonayêda ye, emê hevva tʼevgirêdayî bin û xûna Îsayê Kurʼê Wî wê me ji hʼemû guna paqij ke.
8
Heger em bêjin: «Gunê me tʼune», em xwexa xwe dixapînin û rʼastî nava meda tʼune.
9
Lê heger em gunêd xwe bidine rʼûyê xwe, Ew xweyê sozê Xwe ye û heqîyê dike, wê gunêd me bibaxşîne û me ji hʼemû neheqîya paqij ke.
10
Heger em bêjin: «Me gune nekirîye», em Wî derewîn derdixin û xebera Wî nava meda tʼune.
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 2 →
All chapters:
1
2
3
4
5