bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
1 Peter 4
1 Peter 4
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 5 →
1
Awa Mesîh ku bona me bedenî cefa kʼişand, hûn jî bi wê nêt-fikirê sîlihʼkirî bin. Çimkî yê bi bedenî cefa kʼişand, wî dest ji guna kʼişandîye,
2
wekî îdî hʼeta mirina xwe, ne ku li gora dilhavijîyêd xweye merivayî bijîn, lê li gora qirara Xwedê.
3
Besî we ye, ku we wextê jîyîna xweye bihurîda li gora xwestina pʼûtpʼarista derbaz kirîye, hûn pey hʼeramîyê, temxwestinêd xirab, pey-vexwarinê, kûçʼiksantîyê, serxweşîyê û pʼûtpʼaristîya kʼirêt kʼetibûn.
4
Ew pʼûtpʼarist eʼcêbmayî jî dimînin, wekî hûn tʼevî avîtîya wane bênamûsî nabin û navê xirab li pey we dixin.
5
Lê ewê li ber Wî cabdar bin, Yê ku hazir e dîwana mirî û zêndîya bike.
6
Bona vê yekê jî wan mirîyarʼa Mizgînî hate dayînê, yêd ku bi bedenî mîna meriva dîwana wan hate kirinê, wekî bi rʼuhʼanî bijîn mîna Xwedê.
7
Axirîya her tiştî nêzîk bûye. Awa serwaxt û ser xwe bin, ku bikaribin dua bikin.
8
Berî her tiştî, hʼizkirina we hindava hevda bi dil û can be, çimkî hʼizkirin gelek guna dinixême.
9
Hindava hevda mêvanhʼiz bin, bîna xwe teng nekin.
10
Ji we kʼê çi pʼêşkʼêş standîye, bi wê jî hevrʼa xizmetkʼarîyê bikin, çawa wekʼîlêd qence kʼerema Xwedê.
11
Heger yek xeber dide, bira gotinêd Xwedê xeber de, heger yek xizmetkʼarîyê dike, bira bi wê qewatê bike, ku Xwedê dayê, wekî her tiştîda navê Xwedê bê bilindkirinê bi Îsa Mesîh, rʼûmet û qudret ji Wîrʼa hʼeta-hʼetayê. Amîn.
12
Delalno! Ji wê alava tengasîyê eʼcêbmayî nemînin, ku bona cêrʼibandinê tê serê we û nefikirin ku ev çi bela bû li we qewimî.
13
Lê şa bin, ku hûn tʼevî cefêd Mesîh dibin, wekî wî wextê xuyabûna rʼûmeta Wî hûnê ji şabûnê geş bin.
14
Heger hûn bona navê Mesîh bêne rʼezîlkirinê, hûne xwezilî ne, ku usa ye Rʼuhʼê xweyîrʼûmet, Rʼuhʼê Xwedê ser we danîye.
15
Bira ji we tʼu kes cefê nekʼişîne, çawa mêrkuj, yan diz, yan zulmkʼar, yan jî tʼevî şixulê xelqê bûyî.
16
Lê heger cefê bikʼişîne çawa mesîhî, bira şerm neke, lê şikirîyê bide Xwedê bona vî navî, ku ser wî ye.
17
Îdî wext pêrʼa gihîştîye, wekî dîwan ji mala Xwedêda destpêbe û heger pêşda ji meda destpêdibe, lê axirîya wanê çawa be, yêd ku gurʼa wê Mizgînîya ji Xwedê nakin?
18
Nivîsar e: «Heger yê rʼast wê bi zorekê xilaz be, îdî hʼalê nepʼak û gunekʼara wê çawa be?»
19
Awa yêd ku li gora qirara Xwedê cefê dikʼişînin, bira xwe li qencîyê bigirin, rʼuhʼê xwe bispêrine Eʼfirandarê xweyî amin.
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 5 →
All chapters:
1
2
3
4
5