bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
2 Corinthians 2
2 Corinthians 2
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 3 →
1
Awa min xwexa xwerʼa qirar kir ku dîsa neyêm dilê we bêşînim.
2
Çimkî heger ez dilê we bêşînim, îdî kʼê wê dilê min şa ke, pêştirî ewêd ku min dilê wan êşandine?
3
Min ew yek neʼma xweda nivîsîbû, ku nebe gava ez bêm, yêd ku gerekê min şa kin, ew dilê min bêşînin. Çimkî ez we hʼemûyada guman im, ku şabûna min şabûna we hʼemûya ye.
4
Min bi gelek hêsira, bi gelek kʼeder û kʼesera dilê xwe werʼa nivîsî, wekî hûn ne ku li ber xwe kʼevin, lê wekî wê kʼûrayîya hʼizkirina mine hindava xweda feʼm bikin.
5
Awa heger yekî dilêşî kir, ne ku tʼenê dilê min êşand, lê yê hineka jî, wekî gelekî zêde nekim, nebêjim yê we hʼemûya jî.
6
Ew ceza besî wî merivî ye, ku ji we geleka wîrʼa hatîye dayînê.
7
Lê niha hûn gerekê bibaxşînine wî û li ber dilê wîda bên, wekî kʼerbî berxwekʼetinê xwe unda neke.
8
Awa ez hîvî ji we dikim, hʼizkirina xwe hindava wîda mak kin.
9
Hema bona wê yekê jî min nivîsîye, wekî we bicêrʼibînim bizanibim kʼa hûn her tiştîda guhdar in.
10
Heger hûn tiştekî dibaxşînine yekî, ez jî tʼevî we me. Û heger tiştekî baxşandinê hebe, bona we li ber dîndara Mesîh dibaxşînim,
11
wekî mîrêcin piştê li me neşkêne, çimkî em haş ji hʼunurêd wî hene.
12
Gava ez bona Mizgînîdayîna Mesîh gihîştime Troyayê, min dît ku Xudan derîk li ber min vekirîye.
13
Lê dilê min ne rʼihʼet bû, çimkî min birê xwe Tîto li wir nedît. Hingê min xatirê xwe ji wan xwest, çûme qeza Mekedonyayê.
14
Lê şikir ji Xwedê, ku tʼimê me pʼêga kʼoma Mesîhe serkʼetinêda pêşda dibe û bîna naskirina xwe bi me her dera bela dike.
15
Çimkî em bîna Mesîhe xweş in li ber Xwedê, hin nava xilazbûyîyada, hin nava undabûyîyada.
16
Bona hineka em bîna mirinê ne, ku wan berbi mirinê dibe û bona hineka jî bîna jîyînê, ku wan berbi jîyînê dibe. Û kʼî dikare vî barî hilde?
17
Em ne mîna hineka ne, yêd ku xebera Xwedê kʼara xweva girêdidin, lê belê em çawa merivne ji Xwedêda şandî, li ber Xwedê bi heleqetîya Mesîh pê sitqê dilê rʼast xeber didin.
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 3 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13