bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
2 Timothy 3
2 Timothy 3
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 4 →
1
Lê vê yekê zanibe ku rʼojêd axirîyêda zemanêd xirab wê bên.
2
Merivê bibine xwehʼiz, pʼerehʼiz, kʼubar, babax, buxdanbêj, ne gurʼa dê-bavada, bêşêkir, hʼeram,
3
dilsar, bêrʼeʼm, buxdanbêj, temsist, zulmkʼar, neyarêd qencîyê,
4
nemam, berzeq, xwerʼazî, rʼihʼetîhʼiz, ne ku Xwedêhʼiz.
5
Pʼişkê xwedênasîyê wê li wan kʼeve, lê wê qewata wê înkʼar kin. Tu xwe ji yêd aha dûr bigire.
6
Ji nava vanda yêd usa hene, ku xwe vedidizine mala, kʼulfetêd serʼaye bin barêd gunada şewitî dikine hêsîr, yêd ku bi cûrʼe-cûrʼe temêd xirabva têne birinê.
7
Ev kʼulfetana her gav hîn dibin, lê tʼu car nikarin rʼastîyê nas kin.
8
Çawa Yanîs û Yambrîs miqabilî Mûsa bûn, usa jî ev merivana miqabilî rʼastîyê disekinin, merivne bi fikirêd xweda şûna rʼeşva çûyî, bawerîyêda jî bêkêr in.
9
Lê gelekî wê pêşda neçin, çimkî bêfeʼmîya wan wê hʼemûyava eʼyan be, çawa ya wan her duya bû.
10
Lê te nasîya xwe daye hînkirin, rʼabûn-rʼûniştin û nêt-meremê min, bawerî, sebir û hʼizkirina min, bînfireyî,
11
zêrandin û cefayêd min. Tu zanî li Entakyayê, Qonyayê, Lîstrayê çi hatine serê min: Min çi zêrandin kʼişandin! Lê Xudan ez ji hʼemûya xilaz kirim.
12
Belê her kesê ku dixwaze yektîya Mesîh Îsada bi xwedênasî bijî wê bê zêrandinê
13
û merivêd xirabe xweyîfêl wê xirabîyêda pêşda herʼin, bixalifînin û bixalifin.
14
Lê tu, nava wan tiştada bimîne, çi ku hîn bûyî û wê bawerîyêda jî guman bûyî. Tu zanî ji kʼîjana hîn bûyî,
15
usa jî tu ji zarʼotîya xweda nivîsarêd pîroz zanî, yêd ku dikarin te serwaxt kin, wekî bi bawerîya ser Mesîh Îsa xilaz bî.
16
Tʼemamîya nivîsarê ji bîna ber Xwedê ye û kêrhatî ye bona hînkirinê, lêhilatinê, rʼastkirinê û şîretkirina jîyîna heqîyêda,
17
wekî merivê Xwedê bêkêmasî be, bona hʼemû kirinêd qenc hazir sekinî be.
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 4 →
All chapters:
1
2
3
4