bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
Ephesians 3
Ephesians 3
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 4 →
1
Bona vê yekê ez Pawlos bona Mesîh Îsa girtî me, bona we necihûya…
2
Gerekê we bihîstibe, ku ev wekʼîltîya kʼerema Xwedê bona we minrʼa hatîye dayînê.
3
Ev surʼa bi dayînekê li ber min hate vekirinê. Min li jorê kin werʼa nivîsî
4
û gava hûn bixûnin, hûnê bikaribin bizanibin ku ez çawa surʼa Mesîh feʼm dikim.
5
Eva surʼa dewrêd bihurîda li ber bendêd dinê venebûye, çawa niha bi Rʼuhʼê Pîroz li ber şandî û pʼêxemberêd Wîye pîroz vebûye.
6
Eva surʼa vebû, wekî necihû pê Mizgînîyê tʼevî Îsraêlê war bin, bibine bedenek û xweyîpʼarêd sozê Wî bin, bi saya Mesîh Îsa.
7
Ez bûme berdestîyê vê Mizgînîyê, anegorî dayîna ji kʼerema Xwedê, ya ku bi kirina qewata Wî minrʼa hatîye dayînê.
8
Belê ez ku ji nava cimeʼta Xwedêda ji yê herî biçʼûk kêmtir im, lê ev kʼerem minrʼa hatîye dayînê, ku nava necihûyada dewlemendtîya Mesîhe ne li ber hʼişa dannasîn kim
9
û li ber hʼemûya vekim, ku çawa tʼivdîra surʼa Xwedê tê xebatê, ya ku hê dewrêd berêda cem Xwedêyê ku her tişt eʼfirandîye, veşartî mabû.
10
Meremê Xwedê ev bû, wekî niha serwaxtîya Xweye cûrʼe-cûrʼe, bi destê civînê li serwêrtî û hʼukumetêd dîyarêd eʼzmanava eʼyan bike,
11
anegorî qirara Wîye hê dewrêd berêda, ya ku Wî bi destê Mesîh Îsa, Xudanê me kir.
12
Yektîya Mesîhda û pê wê bawerîya meye ser Wî em dikarin bi mêrkʼîmî û rʼûvekirî nêzîkî Xwedê bin.
13
Awa ez ji we hîvî dikim, ku hûn ber xwe nekʼevin, bona wan cefayêd ku ez bona we dikʼişînim. Evana bona rʼûmeta we ne.
14
Bona vê yekê ez li ber Bav çok didim,
15
ji kʼîjanî her qebîleke eʼrd û eʼzmana navê xwe distîne.
16
De bira Ew weke dewlemendtîya rʼûmeta Xwe qewatê bi saya Rʼuhʼê Xwe bide we, ku hûn kʼûrayîya dilê xweda bişidin,
17
bi bawerîyê Mesîh dilê weda bijî û hûn hʼizkirinêda rʼaw û rʼikʼinê xwe bavêjin,
18
ku tʼevî tʼemamîya cimeʼta Xwedê bikaribin feʼm bikin, ku berayî, dirêjayî, bilindayî û kʼûrayîya hʼizkirina Mesîh çi ye.
19
Belê bira hûn hʼizkirina Mesîh nas kin, ya ku ji her hʼiş-aqilî zêdetir e, wekî hûn tʼemamîya Xwedêva tʼijî bin.
20
Awa şikir ji Wîrʼa be, Yê ku dikare her tiştî hê zêde ke, ne çawa em dixwazin yan difikirin, bi wê qewata ku nava meda dixebite,
21
şikir ji Wîrʼa nava civînêda, bi saya Mesîh Îsa, hʼemû zemanîda, hʼeta-hʼetayê! Amîn.
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 4 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6