bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
Titus 1
Titus 1
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 2 →
1
Ji Pawlosê xulamê Xwedê û şandîyê Îsa Mesîh, bona pêşdaçûyîna bawerîya bijartîyêd Xwedê û zanebûna ser rʼastîyê, anegorî xwedênasîyê,
2
usa jî bona wê gumana jîyîna hʼeta-hʼetayê gazîkirî. Bona wê jîyînê, Xwedêyê xweyê gotina Xwe, hê dewrêd berêda soz daye
3
û wextê xweda gotina Xwe bi dannasînîyê da eʼyankirinê, ya ku li min hate spartinê, bi eʼmirê Xwedêyê Xilazkirê me.
4
Tîtorʼa, lawê xweyî heq-hʼelalî bawerîya meye tʼomerîda: De bira kʼerem û eʼdilayîya Xwedêyê Bav û Mesîh Îsa Xilazkirê me li te be.
5
Bona wê yekê min tu li Kirêtayê hiştî, wekî çi kêmasî hebin bînî sêrî û her bajarekîda berpirsîyara kʼifş kî, çawa min ev tʼemî li te kir:
6
Gerekê berpirsîyar bêlekʼe be, mêrê jinekê be, zarʼêd wî bawermend bin, yêd ku bona avîtîyê yan jî bona neguhdarîyê nekʼetine nava dev-dirana.
7
Belê serwêr çawa malkirê Xwedê, gerekê bêlekʼe be: Ne serhʼişk, ne hêrs, ne pey şeravê kʼetî, ne sirʼtûk, ne pey kʼeda hʼeram,
8
lê mêvanhʼiz, xêrxwaz, aqilda giran, ser heqîyê, Xwedêrʼa dayî, xwegirtî.
9
Gerekê wê gotina amin qewîn bigire, çawa ku hîn bûye, wekî bikaribe bi hînkirina saxlem dil bide yêd mayîn û şaşîyêd miqabila bide rʼûyê wan.
10
Yêd xweserîxwe gelek in, yêd xeberpʼûçʼ û derewîn, îlahî ewêd ku ji nava cihûyada ne.
11
Gerekê dengê yêd usa bidine birʼînê, çimkî ew mala lap xirab dikin, tiştêd necayîz hîn dikin û vê yekê bona kʼara xweye hʼeram dikin.
12
Ji kirêtîya hema xût zanekî wan jî gotîye: «Kirêtî tʼimê derewîn in, ew rʼeʼwirêd xirab in, û pʼirʼxurêd bêxîret in».
13
Ev şeʼdetîke rʼast e, lema hʼişk li wan hilê, ku saxlem bin bawerîyêda
14
û guh nedine çʼilovîskîyêd cihûya û tʼemîyêd wan merivêd ku ji rʼastîyê dagerʼîyane.
15
Her tişt hʼelal e bona hʼelala, lê hʼeram û nebawerarʼa tiştekî hʼelal tʼune, hʼeta aqil û îsafa wan jî hʼerʼimîne.
16
Ew dibêjin, ku Xwedê nas dikin, lê bi kirêd xwe Wî înkʼar dikin, hʼeram û xweserîxwe ne û her kirineke qencrʼa bêkêr in.
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 2 →
All chapters:
1
2
3