bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
1 Thessalonians 1
1 Thessalonians 1
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 2 →
1
Ji Pawlos, Sîlas û Tîmotʼêyo, civîna Tʼêsalonîkîyarʼa, ya ku pʼara Bav Xwedê û Xudan Îsa Mesîh e: De bira kʼerem û eʼdilayî li we be.
2
Em her gav bona we hʼemûya rʼazîbûna xwe didine Xwedê, nava duayêd xweda tʼimê we bîr tînin.
3
Em kirêd bawerîya we, xebata weye ji hʼizkirinê û sebira wê gumana weye ser Xudanê me Îsa Mesîh tînine bîra xwe li ber Xwedê, Bavê me.
4
Em zanin xûşk-birano, ku hûn Xwedêda hʼizkirî û bijartî ne,
5
çimkî Mizgînîdayîna me ne ku tʼenê bi xeberê werʼa hate dayînê, lê usa jî bi qewatê, bi Rʼuhʼê Pîroz û bê şikîyê. Hûn zanin em bona we nava weda çawa bûne.
6
Û we jî çʼeʼv da me û Xudan, nava gelek tengasîyada xeber qebûl kir, bi eşqa Rʼuhʼê Pîroz şa bûn.
7
Bi vî awayî hûn bona hʼemû bawermendêd Mekedonyayê û Axayayê bûne nexşek.
8
Çimkî ew xebera derheqa Xudanda ji we derkʼet bela bû, ne ku tʼenê nava Mekedonyayê û Axayayêda, lê belê bona wê bawerîya weye ser Xwedê, her dera bela bûye, usa ku îdî ne hʼewce ye ku em tiştekî serda zêde kin.
9
Çimkî ewana bona me dibêjin, ku we çawa em qebûl kirine û çawa hûn ji pʼûta li Xwedê vegerʼîyane, ku xulamtîyê Xwedêyê sax û rʼastrʼa bikin
10
û ji eʼzmana hîvîya hatina Kurʼê Wî bin, kʼîjan ku Wî ji nava mirîya rʼakir, Îsayê ku me ji xezeba tê xilaz dike.
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 2 →
All chapters:
1
2
3
4
5