bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
1 Thessalonians 4
1 Thessalonians 4
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 5 →
1
Heyneser xûşk-birano, em bi navê Xudan Îsa hîvî û rʼeca ji we dikin, ku hûn çawa ji me hîn bûn usa bimeşin, ku li Xwedê xweş bên, çawa diçin jî û wê yekêda hê pêşda herʼin.
2
Çimkî hûn zanin me bi saya Xudan Îsa çi tʼemî dane we.
3
Xwestina Xwedê ew e, ku hûn hʼelal bin, ji qavîyê dûr bin.
4
Bira ji we her kes jî zanibe qalibê xwe hʼelal û bi namûsî xwey ke,
5
ne bi xwestina temê xirab, mîna pʼûtpʼarista, yêd ku Xwedê nas nakin.
6
Bira nebe ku yek wê yekêda ji eʼsiltîyê derê û namûsa xûşk-birarʼa bilîze. Xudanê bona van hʼemû tişta hʼeyfê ji meriva hilde, çawa me ev yek pêşda werʼa got û bi meʼrîfetî tʼemî li we kir.
7
Çimkî Xwedê gazî me li hʼeramîyê nekirîye, lê li hʼelalîyê.
8
Awa kʼî vê tʼemîya hʼelalîyê tʼexsîr dike ew mêriv tʼexsîr nake, lê Xwedê, Yê ku Rʼuhʼê Xweyî Pîroz jî dide we.
9
Lê bona hʼizkirina hindava xûşk-birada, tiştekî me tʼune werʼa binivîsin, çimkî hûn xwexa ji Xwedê hîn bûne, ku hev hʼiz bikin.
10
Û hûn îdî wê hʼizkirinê hindava hʼemû xûşk-birayêd tʼemamîya Mekedonyayêda didine kʼifşê. Lê em hîvî ji we dikin xûşk-birano, ku hûn wê yekêda hê pêşda herʼin.
11
Bikin ku hûn giran-seqirʼî bijîn û ji we her kes şixulê xweva mijûl be û bi destê xwe bixebite, çawa me tʼemî li we kir,
12
wekî pʼergalîya we tʼevî yêd derva meʼrîfetî be û hûn hʼewcê tiştekî nebin.
13
Xûşk-birano, em dixwazin ku hûn derheqa mirîyada zanibin, wekî ber xwe nekʼevin, mîna ewêd bê guman.
14
Awa heger em bawer dikin, ku Îsa mir û ji mirinê rʼabû, usa jî Xwedê wê mirîyêd ser bawerîya Îsa tʼevî Wî vegerʼîne.
15
Em vê yekê bi gotina Xudan werʼa dibêjin: Em ku hʼeta hatina Xudan bijîn sax bimînin, tʼu car pêşîya mirîya nakʼevin.
16
Xudanê xwexa bi eʼlametîke fermanî, bi dengê serekmilyakʼet û lêxistina borʼîya Xwedê ji eʼzmên bê xwarê û ew mirîyêd ku bawerîya xwe Mesîh anîbûn, wê pêşîyê ji mirinê rʼabin,
17
paşê, em ku sax mane, tʼevî wan eʼwrava bêne rʼahiştinê, hewêda rʼastî Xudan bên û bi vî awayî emê hʼeta-hʼetayê tʼevî Xudan bin.
18
Awa bi van xebera ber dilê hevda werin.
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 5 →
All chapters:
1
2
3
4
5