bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
1 Timothy 4
1 Timothy 4
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 5 →
1
Rʼuhʼ aşkere dibêje, ku rʼojêd axirîyêda hinek wê ji bawerîyê bikʼevin, guh bidine rʼuhʼêd derewîn û hînkirinêd cina.
2
Ew hînkirin bi durʼûtîya derewîna dibin, îsafa kʼîjana kʼizirî ye.
3
Ew meriv hʼal-zewacê didine hildanê, ji wan xwarina paşda didine girtinê, kʼîjan Xwedê ew bona bawermend û rʼastînaskirîya eʼfirandine, ku bi rʼazîbûnê bixwin.
4
Her tiştê ku Xwedê eʼfirandîye qenc e û tiştekî hʼeram têda tʼune, heger bi rʼazîbûn tê qebûlkirinê,
5
çimkî bi xebera Xwedê û dua qebûl dibe.
6
Heger tu van şîreta bidî xûşk-bira, tê bibî qulixkʼarê Mesîh Îsayî qenc, çawa tu xwexa jî bi wan gotinêd bawerîyê û hînbûna qence ku tu pey çûyî, qinyat dibî.
7
Xwe ji çʼilovîskîyêd pîraye hʼeram dûr xwey ke. Xwe xwedênasîyêda hîndar ke.
8
Hîndarîya qalib kêrî hindik tiştî tê, lê ya xwedênasîyê kêrî her tiştî tê, sozê wê hin li vê dinê heye, hin jî li wê dinê.
9
Vê gotinêda xêlif tʼune û lap hêjayî qebûlkirinê ye.
10
Bona vê yekê em dixebitin û diçerçirin, çimkî em gumana xwe li Xwedêyê sax tînin, ku Xilazkirê hʼemû meriva ye, îlahî Yê bawermenda.
11
Tʼemîya van tişta bide û hîn ke.
12
Nebe ku yek cahiltîya te bêhurmet ke, lê tu bawermendarʼa bibe nexşek, xeberdanêda, rʼabûn-rʼûniştinêda, hʼizkirinêda, bawerîyê û hʼelalîyêda.
13
Hʼeta hatina min xwe bide wê yekê, ku cimeʼtêrʼa nivîsarêd pîroz bixûnî, şîret kî, hîn kî.
14
Hindava wê pʼêşkʼêşa xweye rʼuhʼanîda bê xem nîbe, ya ku bi pʼêxembertîyê terʼa hatîye dayînê, gava berpirsîyara destê xwe danîne ser te.
15
Guhê te ser wan tişta be û nava wanda bimîne, wekî pêşdaçûyîna te hʼemûyava eʼyan be.
16
Haş ji xwe û hînkirina xwe hebe. Her gav nava wanda bimîne, çimkî bi vî tiherî tê xwe jî xilaz kî û wan jî, kʼîjanêd guhdarîya te dikin.
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 5 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6