bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
1 Timothy 6
1 Timothy 6
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 5
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
1
Ewêd ku bin nîrê xulamtîyêda ne, bira axayêd xwe hʼesab kin çawa hêjayî qedirê bilind, wekî navê Xwedê û hînkirina me neyê bêhurmetkirinê.
2
Axayêd kʼêye bawermend hene, bira wan bêhurmet nekin, çimkî ew birayêd hev in. Lê bira xulam hê rʼind xulamtîyê bikin, çimkî yêd ku kʼarê ji xizmetkʼarîya xulama distînin, bawermend in û delal in. Van tişta hîn ke û şîret ke.
3
Heger yek tiştekî din hîn bike û gotinêd Xudanê me Îsa Mesîhe saxlem û hînkirina xwedêpʼaristîya me ne qayl e,
4
ew yekî kʼubar e û tiştekî nizane. Ew nexweşîya şerʼ û deʼwava girtî ye, ji wê jî pêşda tên: Hʼevsûdî, neyartî, gotinêd nerʼêda, şikêd xirab
5
û şerʼûdî. Ev hʼemû tişt ji nava merivêd qafseqet û ji rʼastîyê şûna rʼeşva çûyî pêşda tên. Evana xwedênasîyê hʼesab dikin, çawa kanîya kʼarê.
6
Belê xwedênasî kʼara ser kʼarê ye, heger bi rʼazîbûnê be.
7
Me tʼu tişt neanîye dinê û emê nikaribin tʼu tiştî jî bibin.
8
Lê kʼinc û xurekê me hebin, bi wan em rʼazî bin.
9
Lê ewêd ku dixwazin dewletî bin, têne cêrʼibandinê, dikʼevine tʼeleka û gelek temêd axmax û zîyankʼar, kʼîjan mêriv nuqî mîratʼîyê û wêranbûnê dikin.
10
Çimkî pʼerehʼizî kanîke her cûrʼe xirabîyê ye. Hineka xwe dane wê, ji bawerîyê xalifîn û xwe kirine xweyê kul û derda.
11
Lê tu, merivê Xwedê ji van tişta birʼeve û pey heqîyê, xwedênasîyê, bawerîyê, hʼizkirinê, sebirê û milûktîyê herʼe.
12
Leca bawerîyêda qenc birʼeve, jîyîna hʼeta-hʼetayê qazinc ke, kʼîjanêrʼa tu hatî gazîkirinê û li ber gelek şeʼda te ew îqrara qenc îqrar kir.
13
Li ber Xwedêyê ku eʼmir dide hʼemû eʼfirîna û li ber Mesîh Îsayê ku li ber Pîlatoyê Pontîyo şeʼdetîya îqrara qenc da, ez tʼemîyê didim te,
14
ku tu vê tʼemîyê bêlekʼe û bêqusûr xwey kî, hʼeta xuyabûna Xudanê me Îsa Mesîh.
15
Xuyabûna Wî wê wextê xweda ji alîyê Yê hêjayî şikirîyê û Tʼenêyî qewat, Pʼadşayê pʼadşaya û Xudanê xudanada eʼyan be.
16
Tʼenê Ewî nemirî ye, nava rʼonayîyêda ye, ku tʼu kes nikare nêzîk bê. Tʼu qûl-benda Ew nedîtîye û ne jî dikare bibîne. Qedir û qudreta hʼeta-hʼetayê Wîrʼa be! Amîn.
17
Tʼemîyê bide dewletîyêd vê dinê, bira babax nebin û gumana xwe nedine ser hebûka pʼûçʼe derew, lê li ser Xwedêyê ku her tiştî bi merʼdanî dide me, wekî em miraz pê bikin.
18
Bira qencîya bikin, bi kirinêd qenc dewletî bin, merʼd bin û pʼarevekirinêrʼa jî hazir.
19
Bi vî tiherî ewê xwerʼa xiznekê tʼop kin, hʼîmekî qenc bona axretê, wekî wê jîyîna ku rʼastî jîyîn e qazinc kin.
20
Tîmotʼêyo! Çi ku li te hate spartinê xwey ke. Ji gotinêd pʼûçʼe hʼeram û şerʼ-deʼwa dûr be, ku bi derew navê «zanebûn» dane ser.
21
Hineka xwe dane vê yekê û bi vî awayî ji bawerîyê xalifîn. Kʼerema Xwedê werʼa be.
← Chapter 5
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
All chapters:
1
2
3
4
5
6