bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
2 Thessalonians 3
2 Thessalonians 3
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
1
Heyneser xûşk-birano, bona me dua bikin, wekî xebera Xudan zû pêşda herʼe û bê pesindayînê, çawa nava weda bû.
2
Dua bikin, wekî em ji merivêd neheq û xirab xilaz bin, çimkî her kes Mizgînîyêda amin nîne.
3
Lê Xudan Xwexa amin e, wê we bişidîne û ji yê Xirab xwey ke.
4
Em bi saya Xudan weda guman in, ku me çi tʼemî dane we, hûn diqedînin û hûnê biqedînin jî.
5
De bira Xudan mêla we bide ser hʼizkirina Xwedê û sebira Mesîh.
6
Em tʼemî li we dikin xûşk-birano, bi navê Xudanê xwe Îsa Mesîh, ku hûn xwe ji her xûşk-birayê bêpʼergale bêxîret dûr bigirin, yêd ku wan rʼaw-rʼizimêd me dane we naqedînin.
7
Hûn xwexa zanin ku gerekê hûn çʼeʼv bidine me, çimkî em nava weda bêpʼergal-bêxîret nîbûne,
8
ne jî nanê tʼu kesî bê heq xwarîye, lê bi xûdana eʼnîya xwe şev û rʼoj dixebitîn, diçerçirîn, wekî ser we tʼu kesî nebine bargiranî.
9
Ne ku îzina me tʼunebû, lê me nexşê xwe nîşanî we kir, ku hûn çʼeʼv bidine me.
10
Çimkî gava em hê cem we bûn jî, me ev yek werʼa digot: «Kʼî naxwaze bixebite, bira nexwe jî».
11
Belê em dibihên ku nava weda hinek bêpʼergal-bêxîret dijîn, ne şixulkʼarê xwe ne, lê tʼevî şixulê xelqê dibin.
12
Em bi navê Xudan Îsa Mesîh tʼemî û hîvî ji yêd usa dikin, ku bi meʼrîfetî bixebitin û nanê xwe bixwin.
13
Lê hûn xûşk-birano, ji qencîkirinê newestin.
14
Heger yek guhdarîya gotinêd meye vê neʼmêda neke, wî rʼaçʼeʼv kin û hevaltîyê wîrʼa nekin, ku şerm bike.
15
Lê nebe ku bi çʼeʼvê xirab li wî binihêrʼin, lê mîna bira şîret kin.
16
De bira Xudanê eʼdilayîyê xwexa, her gav, her alîyîva eʼdilayîyê bide we. Xudan tʼevî we hʼemûya be.
17
Eva silava bi destê min Pawlos e, çawa nîşana hʼemû neʼmêd min. Ez aha dinivîsim.
18
Kʼerema Xudanê me Îsa Mesîh tʼevî we hʼemûya be.
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
All chapters:
1
2
3