bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
James 3
James 3
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 4 →
1
Bira gelek ji we, birayêd min nebine dersdar, çimkî hûn zanin dîwanê ser me dersdara hê giran be.
2
Belê em hʼemû jî gelekî şaşîya dikin. Heger yek xeberdanêda tʼu şaşîyê nake, ew yekî kʼamil e, ku dikare tʼemamîya qalibê xwe zeft ke.
3
Em gemê davêjine devê hespê, wekî ew bê zeftê, ku em serwêrtîyê tʼemamîya hespê pêva bikin.
4
Em bînin ser gemîyê jî. Ew çiqasî mezin in û ji ber bayê qayîm têne ajotinê, lê bi çerxeke gelekî biçʼûk têne serwêrtîkirinê, dilê gemîvan kʼîyalîda ku bixwaze.
5
Usa jî ziman endemekî biçʼûk e, lê tiştêd ji xwe mestir dibêje. Dîna xwe bidine pirîske agir, çi daristaneke mezin dikare bişewitîne!
6
Ziman jî agirek e, dinyake zulmkʼar e nava endemêd meda. Ew tʼemamîya qalibê me dihʼerʼimîne, agir dewra jîyîna mêriv dixe û ew xwexa ji alava agirê dojê pêgirtî ye.
7
Her cûrʼe rʼeʼwir, teyrede, şûlikî û hʼeywanêd beʼrê têne zeftê û zeftî mêriv dibin,
8
lê tʼu qûl-bende zimên nikare. Ew zulmkʼarekî bêar e, jeʼra meʼrava dagirtî ye.
9
Em bi wî şikirîyê didine Xudan û Bav, bi wî jî nifirʼa mêriv dikin, yêd ku dilqê Xwedêda hatine xuliqandinê.
10
Hema ji wî devî jî dua û nifirʼ dertên. Xûşk-birayêd min, ev yek ne cayîz e ku aha be.
11
Gelo ji çʼeʼvkanîkê ava xweş û teʼl dide der?
12
Gelo dibe xûşk-birayêd min, wekî dara hêjîrê berê zeytʼûnê bide, yan jî kʼola tirîyê hêjîrê? Ne jî ji şorʼayîyê ava xweş dertê?
13
Nava weda kʼî serwaxt û aqil e? Bira ew bi pʼergalîya xweye qenc, kirêd xwe bi milûktîya serwaxtîyê bide kʼifşê.
14
Lê heger dilê weda hʼevsûdîya xirab û çʼeʼvnebarî hene, kʼubar nebin û rʼastîyê derew dernexin.
15
Eva «serwaxtîya» ne dayîna jorin e, lê ji dinê ye, ya merivayî ye û ji cina ye.
16
Çimkî li kʼîderê hʼevsûdî û çʼeʼvnebarî hene, li wir bêtʼerbetî û her kirinêd xirab jî hene.
17
Lê serwaxtîya jorin, berê pêşin paqij e, paşê eʼdil e, milûk û berbihêr e, bi rʼeʼmê û berêd qencîyêva tʼijî ye, bê tʼagêr û bê hʼilekʼarî ye.
18
Û berê heqîyê ji alîyê yê ku bi eʼdilayîyê diçîne tê çinînê.
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 4 →
All chapters:
1
2
3
4
5