bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
James 4
James 4
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 5 →
1
Ji kʼu ne ew şerʼ û deʼwê nava weda? Ne ji temêd we ne, ku nava dilê weda şerʼê xwe dikin?
2
Çʼeʼvê we li tişta ye, lê nakʼeve destê we, dikujin û çʼeʼvnebarîyê dikin, lê nikarin bigihîjine meremê xwe, hingê hûn hevrʼa dikʼevine hʼucetê û şerʼ dikin. Hûn dest naxin, çimkî hûn hîvî ji Xwedê nakin.
3
Û gava hîvî dikin, nastînin, çimkî ser nêta xirabîyê hîvî dikin, wekî kʼêfêd dilê xwe derbaz kin.
4
Bêeʼsilno! Hûn nizanin kʼê vê dinê hʼiz dike, ew neyartîyê li Xwedê dike? Awa kʼî dixwaze bibe yarê dinê, ew xwe dike neyarê Xwedê.
5
Yan tʼexmîna we badîhewa nivîsar dibêje, ku Xwedê demana wî rʼuhʼê ber meda ye?
6
Lê belê ew hê kʼeremê dide me. Lema nivîsar dibêje: «Xwedê miqabilî kʼubar-babaxa ye, lê kʼeremê dide şkestîya».
7
Awa ber Xwedê şkestî bin. Miqabilî mîrêcin bisekinin û ewê ji we birʼeve.
8
Xwe li Xwedê bigirin, Xwedê jî wê Xwe li we bigire. Destêd xwe bişon, gunekʼarno, dilê xwe paqij kin, dudilîno.
9
Bineʼlin, şîn û girî bin, bira kʼenê we bibe şîn û eşqa we jî kʼeder.
10
Li ber Xudan xwe bişkênin û Ewê we bilind ke.
11
Xeyba hevdu nekin xûşk-birano. Kʼî xeyba birê xwe dike, yan loma birê xwe dike, ew xeyba Qanûnê dike û loma Qanûnê dike. Lê heger tu loma Qanûnê dikî, îdî tu Qanûnê naqedînî, lê hʼakimê wê yî.
12
Tʼenê Qanûndarek û Hʼakimek heye, ku dikare hin xilaz ke û hin jî unda ke. Lê tu kʼî yî ku loma hevalê xwe dikî?
13
Niha hûn guhdar bin, yêd ku dibêjin: «Îro yan sibê emê herʼine filan bajarî û li wê derê salekê bimînin, tʼucaretîyê bikin û qazinc kin».
14
Hûn nizanin wê sibê çi bê serê we. Eʼmirê we çi ye? Hûn mîna mijê ne, hew dinihêrʼî heye, hew dinihêrʼî tʼune.
15
Gerekê hûn aha bêjin: «Heger Xudan bixwaze, emê bijîn û filan yan bêvan tiştî bikin».
16
Lê hûn bi kʼubar-babaxîya xwe difirʼin. Her pʼeydayîneke aha xirabî ye.
17
Awa ewê ku zane qencîyê bike û nake, ew jêrʼa gune ye.
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 5 →
All chapters:
1
2
3
4
5