bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
Romans 10
Romans 10
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 9
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 11 →
1
Xûşk-birano! Dua û xwestina dilê min ji Xwedê bona xilazbûna Îsraêlê ye.
2
Ez şeʼdê wana me, ku ew hindava Xwedêda xweyîxîret in, lê ev yek bê zanebûn e.
3
Wana feʼm nekir, ku Xwedê çawa mêriv rʼast hʼesab dike, xwestin bi cûrʼê xwe hʼîmê heqîyê daynin û li ber heqîya Xwedê ta nebûn.
4
Çimkî bi Mesîh Qanûn ser hevda hat, ku her bawermend bi wî rʼast bê hʼesabê.
5
Bona wê rʼasthʼesabbûna ji Qanûnê Mûsa aha dinivîse: «Merivê ku Qanûnê biqedîne, bi wê jî ewê bijî».
6
Lê rʼasthʼesabbûna ku ji bawerîyê ye, aha dibêje: «Dilê xweda nebêje: Kʼê wê rʼabe eʼzmên?» (awa gotî Mesîh jorda bîne),
7
yan: «Kʼê wê herʼe dîyarê mirîya?» (awa gotî Mesîh ji nava mirîya derxe).
8
Lê belê nivîsar çi dibêje? «Xebera Xwedê li cem te ye, li ser zarê te ye û dilê teda ye», (awa gotî ew xebera bawerîyê, ya ku em dannasîn dikin).
9
Heger tu bi devê xwe îqrar bikî, ku Îsa Xudan e û dilê xweda bawer bikî, ku Xwedê Ew ji nava mirîya rʼakirîye, tê xilaz bî.
10
Çimkî bi dil yek bawer dike, rʼast tê hʼesabê û bi dev îqrar dike, xilaz dibe.
11
Çawa nivîsar dibêje: «Her kesê ku bawerîya xwe Wî bîne, wê şermî nebe».
12
Li vir firqî tʼune nava cihû û necihûyada, çimkî Xudanê hʼemûya yek e, hindava wan hʼemûyada jî merʼd e, kʼîjanêd gazî Wî dikin.
13
Çimkî nivîsar dibêje: «Kʼî gazî navê Xudan ke, wê xilaz be».
14
Lê wê çawa gazî Wî kin, heger bawerîya xwe Wî neanîne? Yan wê çawa bawerîya xwe Wî bînin, heger bona Wî nebihîstine? Yan wê çawa bibihên, heger xeber dannasîn nebe?
15
Yan wê çawa xeberê dannasîn kin, heger neyêne şandinê? Çawa nivîsar e: «Çiqasî hʼewas in gavêd yêd mizgînîya xêrê didin!»
16
Lê hʼemûya gurʼa Mizgînîyê nekir, çimkî Îşaya dibêje: «Xudan, kʼê ew gotina ku me got bawer kir?»
17
Awa bawerî ji bihîstinê tê û bihîstin jî ji gotinêd bona Mesîh.
18
Lê belê ez dipirsim: Gelo wana ne bihîst? Naqewime. Çimkî nivîsar e: «Dengê wan tʼemamîya eʼrdê hilda û xebera wan li qulbêd dinyayê bela bû».
19
Ez dîsa dipirsim: Gelo Îsraêl pê nehʼesîya? Pêşîyê Mûsa dibêje: «Ezê bi miletê ne milet hêlana bidime we û bi miletekî bêfeʼm hêrsa we rʼakim».
20
Û Îşaya mêrkʼîmî dibêje: «Ez wanva derkʼetim, kʼîjan li Min nedigerʼîyan û Ez wanva eʼyan bûm, kʼîjana bona Min nedipirsîn».
21
Lê belê bona Îsraêlê dibêje: «Tʼemamîya rʼojê Min destê Xwe dirêjî miletekî serhʼişk û xweserîxwe kir».
← Chapter 9
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 11 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16