bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
Romans 14
Romans 14
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 13
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 15 →
1
Ewê ku bawerîyêda sist e, qebûl kin, lê ne ku bona bîr-bawerîya wî jêrʼa bikʼevine deʼwê.
2
Yek bawer dike, ku her tiştî dikare bixwe, lê yê sist e, tʼenê pʼincarʼê dixwe.
3
Ewê ku dixwe, bira yê naxwe bêhurmet neke û ewê ku naxwe, bira loma yê dixwe neke, çimkî Xwedê ew qebûl kirîye.
4
Tu kʼî yî ku loma xulamê xelqê dikî? Heger sekinî be yan kʼetî be, ew îşê Xweyê wî ye. Lê wê bisekine, çimkî Xudan dikare wî bide sekinandinê.
5
Yek rʼojekê ser rʼojê dinrʼa digire, yek jî hʼemû rʼoja weke hev digire. Bira her kes feʼmîna xweda bawer be.
6
Kʼê rʼojekê xwerʼa eʼzîz hʼesab dike, bona Xudan eʼzîz hʼesab dike, usa jî ewê dixwe bona Xudan dixwe, çimkî şikirîyê dide Xwedê. Û yê naxwe jî bona Xudan naxwe û şikirîyê dide Xwedê.
7
Ji me tu kes bona xwe najî û tʼu kes jî bona xwe namire.
8
Heger em dijîn, bona Xudan dijîn û heger em dimirin bona Xudan dimirin. Awa heger em bijîn yan bimirin, pʼara Xudan in.
9
Bona vê yekê jî Mesîh mir û sax bû, wekî hin hʼukumî ser mirîya bike, hin jî ser zêndîya.
10
Îdî tu çima loma birê xwe dikî? Yan tu çima birê xwe bêhurmet dikî? Em hʼemûyê jî li ber dîwana Xwedê bisekinin.
11
Çimkî nivîsar e: «Ez saxîya Xwe kim, Xudan dibêje, ku her çok wê li ber Min bitewe û her kesê bêje: ‹Tu yî Xwedê›».
12
Awa ji me her kesê bona xwe cabê li ber Xwedê bide.
13
De îdî em loma hevdu nekin, lê hûn xwerʼa bidine ber hʼesaba, çawa bikin ku nig nedine li ber bira, ku nelikʼumin yan pʼişk nebin.
14
Ez vê yekê zanim û Xudan Îsada guman im, ku tiştekî ji xwe hʼeram tʼune, lê bona wî hʼeram e, yê ku hʼeram hʼesab dike.
15
Heger bi xwarina xwe tu dilê birê xwe ji xwe dihêlî, îdî jîyîna te ne bi hʼizkirinê ye. Bi xwarina xwe wî unda neke, bona kʼîjanî Mesîh mir.
16
Bira ew tiştêd ku tu bona xwe qenc dibînî, nebe meʼnî ku xirabî bê gotinê.
17
Çimkî Pʼadşatîya Xwedê xwarin û vexwarinêda nîne, lê heqî, eʼdilayî û şabûnêda ye, ku dayîna Rʼuhʼê Pîroz in.
18
Kʼê bi van xulamtîyê Mesîhrʼa dike, ew li Xwedê xweş tê û dibe şîrinê meriva.
19
Awa em hindava hevda ser nêta eʼdilayîyê û bawerî avakirinê bin.
20
Rʼûyê xwarinêda şixulê Xwedê xirab nekin. Her tişt hʼelal e, tʼenê bona wî merivî ne rʼast e, yê ku bi xwarina xwe dibe bayîsê kʼetina xelqê.
21
Qenc e ne goşt bixwî, ne şeravê vexwî û ne jî tiştekî usa bikî, ku birê te bikʼeve.
22
Tu çawa bawer dikî, bira nava te û Xwedêda bimîne. Xwezî li wî, yê ku bi van tiştêd ku feʼm dike ku rʼast in, xwe gunekʼar nake.
23
Lê heger yek dixwe dudilîyê dike, dîwanê ser xweda tîne, çimkî bi bawerîyê naxwe. Û her tiştê ku ne bi bawerîyê ye, gune ye.
← Chapter 13
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 15 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16