bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
2 Peter 1
2 Peter 1
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 2 →
1
Ji qûl û şagirtê Îsa Mesîh, Şîmûn Pêtrûs ve, ji yên ku bi saya rastiya Xwedê û Xelaskerê me Îsa Mesîh ve baweriyekî biqîmet mîna ya me stendine re:
2
Bila di zanîna Xwedê û Xudanê me Îsa de xêr û xweşî ji we re zêde bibe!
3
Ji ber, bi navgîniya zanîna yê ku bi bilindahî û xawênî bangî me dike, qudreta wî ya îlahî, hemû tiştên aidî jiyanê û teqwayê daye me;
4
bona, bi navgîniya vana, wekî hûn ji şehwetê û fesadiya ku li dinê heye xelas bûne bin û bi vî awayî ji xwezaya îlahî re bibin pardar, wadên bi rûmet û zehf mezin ji me re hatiye dayîn.
5
A vay, ji ber vê yekê, bi nîşandayîna her cûreyên xiretê, xawêniyê tevî baweriya xwe, zanînê tevî xawêniya xwe
6
û xwekontrolê tevî zanîna xwe û hêza xwe yî li ber xwe danê tevî xwekontrolê û teqwayê tevî hêza xwe yî li ber xwe danê
7
û birahezkirinê tevî teqwaya xwe û hezkirinê tevî birahezkirina xwe bikin.
8
Ji ber ku ger van tiştan di we de hebin û zêde bibin, dê ew ê di nas kirina Xudanê me Îsa Mesîh de we bêbandûr û bêber nehêlin.
9
Ji ber ku yê di wî de van tiştan nîne kor e, dûrê xwe nabîne û ji gunehên xwe yî kevin paqij bûnê ji bîr kiriye.
10
Ji bo vê yekê, ya birano, bi zexmkirina bangbûn û bijartina xwe hîn jî zêde xîretê bikin; ji ber ku ger hûn van tiştan bikin, tu carî tilpekî nabin.
11
Ji ber ku, bi vî awayî dê ketina serweriya bêdawî ya Xudanê me û Xelaskerê me Îsa Mesîh, bi comerdî ji we re bê pêyde kirin.
12
Ji bo vê yekê, her çi qas hûn van tiştan zanîbin û bi rastiya ku hûn lê xwedî ne hatibin zeximandin jî, ez ê bona ku vana bînim bîra we her tim amade bim.
13
Û heta dema ku ez di vê konê de bim, ez ji we re bîranînê û hîşyar kirinê rast dihesibînim
14
û ez dizanim, mîna ku Xudanê me Îsa Mesîh jî nîşanî min daye, rakirina kona min nêzîk e.
15
Û bona ku, paşî koç kirina min jî, hûn her tim van tiştan di bîra xwe de bînin, ez ê xîretê bikim.
16
Ji ber ku dema me qudret û hatina Xudanê me Îsa Mesîh têgihandin we, em li pey çîrokên derewîn ve neçûn; lê belê me rewnaqiya wî bi çavên xwe ve dîtin.
17
Ji ber ku gava wî, ji Yê Bilind û bi rewnaq e, bi dengê: Lawê minî xoşewîst ev e; ez ji wî xoşnûd im! dibêje, ji Bavo Xwedê ve bilindahî û rûmetê girt.
18
Û gava em li çiyayê pîroz bi wî re bûn, vî dengê ji ezman ve hate, me bi xwe bihîstin.
19
Û bi vî awayî, gotinên peyxamberan, bona me hîn jî biryariya mezin qezenc kirin; heta ku roj dest pê bike û stêrka sibehê di dilê we de hilhatibe, hûn bala xwe bidin van gotinên ku di cîhê tarî de mîna çireya ronahî dide ne, hûn ê qenc bikin.
20
Pêşiyê vêya bizanibin ku, qet gotinek peyxambertiyê yên di Nivîsên Pîroz de ne, ne şîroveya kesekî ne.
21
Ji ber ku peyxambertî, tu carî bi viyana mirovan ve nehatiye; lê belê mirovên Xwedê yên pîroz, ji aliyê Ruhê Pîroz ve hatin birêvebirin û gotin.
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 2 →
All chapters:
1
2
3