bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
2 Peter 2
2 Peter 2
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 3 →
1
Lê belê çawa ku di nava gel de peyxamberên sexte hebûn; dê di nava we de jî hînkirên sexte hebin; dê vana, Xudanê ku wan stendiye jî înkar bikin û bi dizîka hînkariyên xerakirinê têxin nav we; dê yên ûsa têkçûnek nişka ve bînin serê xwe.
2
Û dê gellekan li pey sefahata wan herin; ji ber wana ji rêya rastiyê re xeber bête dayîn.
3
Û ji berya çavbirçîtiyên xwe, bi gotinên bêbinî dê keda we bixwin; lê belê daraziya ku ji zû ve bona wan hatiye dayîn dereng namîne û têkçûna ku li benda wan e jî bi xewê ve naçe.
4
Ji ber ku ger Xwedê, milyaketên ku gunehan kirine neparast; lê belê wan avêt cehenemê û di tariyê de li zincîran xist; heta dema ku bên daraz kirin, dê li wir bên girtin.
5
Û ger wî dinya kevnar neparast, lê belê dema tofanê şand ser dinya bêxwedêyan, waizê pak bûnê Nûh, her çiqas heft kesên din parastibe jî
6
û bajarên Sodom û Gomora, bi xerakirin û şewitandinê ve daraz kir; bi vî awayî, mînakek li ser tiştên bê serê bêxwedêyan da
7
û wî, Lûtê salih, yê ji sefahata sereta nenasan ve ezab dikişand xelas kir;
8
ji ber ku ew ê salih, dema di nav wan de rûdinişt, bi dîtin û bihîstinan, bi karên wanî neheq roj bi roj tade li canê xwe yî salih dikir.
9
Xudan dizane, yên di rêya wî de dimeşin dê çawa ji ceribandinan xelas bike û neheqiyan û bi taybetî jî yên di mindariya şehwetê de li pey bedenê ve diçin û rayedariyê biçûk dibînin,
10
dê çawa roja daraziyê di bin biceza kirinê de bigire. Ev kesên kanc û serhişk, ji kufirkirina afirên bilind ve natirsin;
11
ya rastî heta milyaketan jî, li gor ji wan di hêz û qudretê de xurttir in jî, lê li ber Xudan li dijî vana bi kufirdanê ve daraziyê naynin.
12
Lê belê ew, mîna di xwezayi de heywanên ku bona bêne girtin û bêne telef kirin zayîne, mîna afirên bêferaset, di tiştên ku cahilê wê ne de, bi kufir kirinê ve,
13
wekî mişeya neheqiyê be neheqiyê kişandinê û bi rojê kêf kirinê mîna zewqê dihesibînin; leke û şerm in; dema bi we re bixwin û vexwin, bi fenên xwe ve kêf dikin;
14
çavên wanî bi zînayê ve tijî û ji gunehkirinê ve şunda namînin hene û canên bêtebat dixapînin; dilên wanî ji temayiyê re hatiye hîn kirin heye û zarokê naletê ne;
15
bi girtina rêya Balamê lawê Beor, rêya rast berdan û çewt bûn; wî, ji mişeya neheqiyê hez kir;
16
lê belê ew ji berya sûcên ku kiriye hate pekandin: Kerê bêdeng, bi dengê mirovan ve got û bû astengê harbûna peyxamber.
17
Ev kesan, mîna kaniyên bê av û mija di ber bahozê de diçin in; tariya reş di abadînê de li benda wan e.
18
Ji ber, ji yên ku di rêya çewt ve hîn nû xelas dibin, bi gotinên qurre û vala ve, bi azweriyên ezitiya xweza û bi şehwetên bedenê ve dixapînin.
19
Azadiyê ji wan re wad dikin, lê belê ew bi xwe dîlên mehfbûnê ne; ji ber ku kesek ji çi re bindest bikeve, dibe dîlê wê.
20
Ji ber ger paşî ku bi zanîna Xudan û Xelasker Îsa Mesîh ji mindariyên dinê ve xelas bibin, dîsa bi tevlî wan bûyînê mexlûb bûbin, rewşa wan ya dawîn ji ya rewşa pêşîn ve hîn jî xerabtir bûye.
21
Ji ber, heta piştî ku rêya rast bizanibin û ji emrê pîroz ya ji wan re hatiye emanet kirin ve vegerin, nezaniya vê rêya, dê bona wan hîn jî qenctir bibûya.
22
Ji wan re li gor metheloka rasteqîn bû: Kûçik dîsa vegeriya verşiya xwe û beraz jî paşî şûştinê ji bo di heriyê de bigemire, vegeriya.
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 3 →
All chapters:
1
2
3