bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
2 Peter 3
2 Peter 3
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
1
Niha, ya xoşewîstno, ez vê nameya duwemîn ji we re dinivîsînim; di her duyan de jî, gotinên ji berê ve ji aliyê peyxamberên pîroz ve hatine gotin û
2
bona ku, emirê Xudan û Xelasker, yên ku bi navgîniya şagirtên we ne, di bîra xwe de bînin, ez fikrê we yî saf, bi îkaz kirinê haydar dikim.
3
Pêşiyê divê hûn vêya bizanibin ku, dê di rojên dawîn de, kesên qerfok li pey azweriyên xwe ve biçin û:
4
Wada ku di derheqê hatina wî de ye, li ku derê ye? Ji ber ku ji roja xewa bavan ve, her tişt ji destpêka afirandinê ve mîna xwe disekinin, dê bi qerf kirinê ve werin.
5
Ji ber, ew vêya mexsûs ji bîr dikin ku, ezman ji bastanê ve û erd bi kelama Xwedê ve, ji avê û bi navgîniya avê li ser pêlan, hebûn;
6
bi navgîniya vana dinya ya wê demê, bi dewisandina avê ve helaq bû;
7
lê belê ezman û erdê niha, bi eynî kelamê, ji bona agir hatine veşartin û heta roja helaqa kesên bêxwedê, têne parastin.
8
Lê belê, ya xoşewîstno, vî yek tiştî ji bîr mekin ku, li cem Xudan rojek mîna hezar salî û hezar sal jî mîna rojekê ye!
9
Mîna ku hin kes dereng mayî dihesibînin, Xudan di derheqê wada xwe de dereng namîne; lê belê bi nexwestina helaqa hinekan, lê bona ku hemû mirov vegerin tobê di derheqê we de sebir dike.
10
Lê belê dê roja Xudan, mîna dizekî were; dê di wê de hemû ezman bi gurmîniyek ji holê ve rabin û hebûnên bûjenî bi şewatê ve tune bibin û erd û hemû karên di wê de ne bişewitin û biqedin.
11
Ji ber dê hemî ev tiştan bi vî awayî bihelin, bi bendewariya hatina roja Xwedê û bi gellekî daxwazkirinê, di hemî jiyana pîroz û teqwayê de gelo pêdivî li çi heye ku hûn bibin zilamê wisa?
12
Dê bi hatina wê rojê ezman bi şewatê ve tune bibin, hebûnên bûjenî jî di agirê dijwar de bihulin!
13
Lê belê em li gor wada wî li benda ezmanên nû û erdekî nû ne, di wan de dadmendî rûdine.
14
Bona vêya, ya xoşewîstno, madem ku hûn li benda vana ne, xîret bikin ku li ber wî hûn bêleke, bêqisûr û di nava aşitiyê de bin!
15
Û sebra Xudanê me jî xelasiyê bihesibînin; mîna ku birayê me yî xoşewîst Pawlos jî bi zanyariya ku ji wî re hatiye dayîn, ji we re nivîsandiye;
16
herweha ew di hemû nameyên xwe de di derheqê van tiştan de dibêje. Di wan de hinek cîh hene ku, bi zehmet tên fêhm kirin, kesên nezan û bêqirar, mîna nivîsên pîroz yên din, vana jî bona têkçûna xwe werdigerînin.
17
Niha, ya xoşewîstno, bona ku hûn di rêşaşiya kesên fasiq de neherikin û ji biqirarbûna xwe ve venegerin, vana di pêşiyê de bizanibin û xwe biparêzin!
18
Lê di xêra Xudan û Xelaskerê me Îsa Mesîh de û di zanîna wî de mezin bibin! Niha û heta bêdawiyan bila ji wî re bilindahî bibe! Amîn.
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
All chapters:
1
2
3