bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
2 Thessalonians 1
2 Thessalonians 1
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 2 →
1
Pawlos û Sîlvanos û Tîmotêyos, ji Dêra Selanîkiyan, ya ku di Bavê me Xwedê de û di Xudan Îsa Mesîh de ye re:
2
Bila ji Bavê me Xwedê û Xudan Îsa Mesîh ve xêr û xweşî bi we re be!
3
Ya birano, em ji bo we, mîna ku liyaq e, her tim deyndarê şikirya Xwedê ne; wekî ûsa kirin jî li cîh e; ji ber ku baweriya we zehf bizêdeyî mezin dibe û hezkirina we yî ji hev û din re zêde dibe;
4
wusa ku, em bi xwe ji ber sebr û baweriya we ya di hemû zilm û tengasiyên ku hûn dikişînin de, di Dêrên Xwedê de pesnên we didin.
5
Vana, nîşana daraziya Xwedê ya bi dadî ye; da ku, hûn ê bona Serweriya Xwedê, ya ku hûn di oxra wê de êşan dikişînin, liyaq bêne hesibandin.
6
Ji yên ku bi Xwedê ve nizanin û ji yên ku ji Mizgîniya Xudanê me Îsa Mesîh re îtaet nakin ve, bi tol hildanê, dema Xudan Îsa,
7
bi milyaketên hêza xwe, di pêta agir de ji ezman xuyanî bibe,
8
ji yên ku tengasî dayîne we re bi tengasiyê û ji we re, ji yên ku tengasî dikişînin re, bi me re, bi rehetiyê ve dayîn, li cem Xwedê rast e.
9
Dê yên wisa ji hebûna XUDAN û hêza wî ya bilind dûr bimînin û bi cezaya heta bêdawîbûnê mehfbûnê ve bêne cezakirin.
10
Dê hemiyên vana, di roja ku ew bona di nava pîrozên xwe de bête bilindtir kirin û di hemû bawermendan de heyraniyê bide hişyar kirin, were de bibin. Lê hûn ji yên ku baweriyê anîne ne. Ji ber ku hûn bi qasidiya ku me ji we re kirine re bawer bûn.
11
Ji ber vê yekê, bona ku Xwedayê me we liyaqî bangê bibîne û li gor xêra Xwedayê me û Xudan Îsa Mesîh, bona navê Xudanê me Îsa Mesîh di we de bilindtir bibe û hûn di wî de bilind bibin;
12
bona riza her qenciyê û karê baweriyê bi qudretê ve bibe serî, em bona we her tim dua dikin.
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 2 →
All chapters:
1
2
3