bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
2 Thessalonians 2
2 Thessalonians 2
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 3 →
1
Niha ya birano, di derheqê hatina Xudanê me Îsa Mesîh û pev re bi wî re civîna me de:
2
Divê bi ruh, divê bi gotinê, divê wekî ji me be bi nameyê, em ji we rica dikin, wekî roja Xudan hema amade be, di ramanê de şaş nebin û nelerizin.
3
Bila bi tu awayî, tu kes we nexapîne! Ji ber, heta ku dawşêle neyê û lawê helaqê, zilamê fesadiyê
4
yê ku li dijî her tiştê ku jê re Xwedê tête gotin, an jî her tiştê ku jê re peristin tête kirin disekine û di perestgeha Xwedê de rûdine û xwe mîna Xwedê nîşan dide û xwe bilindir dike, xuyanî nebe, ew roj nayê.
5
Qey nayê bîra we, dema ez hîn li cem we bûm, min vana ji we re got?
6
Hûn dizanin ku niha çi astengiyê li yê ku wexta wî bê, dê derkeve qadê dike.
7
Ji ber ku, jixwe raza fesad dişuxule, lê heta ku ji holê ve bête rakirin, yê ku asteng dibe heye.
8
Û zagonnenasê ku, dê Xudan Îsa bi hilma devê xwe wî bikuje û bi xuyabûna hatina xwe wî betal bike, wê gavê xuya bibe ku,
9
hatina wî, bi hemû qudretê û elametan û bi nuwazeyên derewîn ve
10
û bona yên ku helaq dibin bi hemû fenekiyên xwe ve li gor kirina Îblîs e; ji ber ku wan bona xelasiya xwe hezkirina rastiyê qebûl nekirin.
11
Û ji ber vê yekê, Xwedê bona ku ew bi derewan ve bixapin, hêzek xapînokî bi ser wan de dişîne;
12
da ku, bila hemû kesên bi rastiyê bawer nebûne û ji xerabiyê ve zewqê girtine bên daraz kirin.
13
Lê belê, ya birayên ku ji aliyê Xudan ve tên hez kirin, em deyndar in ku her tim bona we ji Xwedê re şikir bikin; ji ber ku Xwedê bona ku hûn bi navgîniya Ruh ve bên pîroz kirin û bi bawerkirina rastiyê ve xelas bibin, ji destpêkê de we hilbijart;
14
bi navgîniya Mizgîniya me, we bangî vêya kirin; da ku, hûn bigihêjin bilindahiya Xudanê me Îsa Mesîh.
15
Niha, ji ber vê yekê, ya birano, pêdandî bisekinin û bi hînkariya ku divê bi gotinê, divê bi nameya me ve hûn hatine hînkirin ve bigirin.
16
Û Xudanê me Îsa Mesîh bi xwe û Bavê me Xwedayê ku ji me hez kiriye û bi xêrê xemrevîniyek abadîn û hêviyek zexm daye me,
17
bila ew dilê we xemrevîn bike û we di her pişka qenc û gotinê de zexm bike!
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 3 →
All chapters:
1
2
3