bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
2 Thessalonians 3
2 Thessalonians 3
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
1
Bi kurtî, ya birano, bona ku Gotina Xudan, mîna di nav we de bû, bi lez belav bibe û bê bilind kirin, bona me dua bikin;
2
bona ku em ji mirovên bêexlaq û xerab xelas bibin jî dua bikin; ji ber ku baweriya hemûyan nîne.
3
Lê belê Xudan ewledar e; ew ê we zexm bike û ji yê xerab ve xelas bike.
4
Di Xudan de hêviya me bi we heye ku, hûn, tiştên ku me emir kirine dikin û hûn ê bikin.
5
Lê belê bila Xudan, dilê we ber bi hezkirina Xwedê û sebra Mesîh ve bibe.
6
Niha, ya birano, em bi navê Xudan Îsa Mesîh emir didin we ku, ji her birayên ku ne li pey hînkariyên ku ji me qebûl kirine, lê bê nîzamiyê dimeşin ve dûr bisekinin.
7
Ji ber, hûn bi xwe dizanin ku hûn ê çawa me ji xwe re bi mînakî bigirin; ji ber ku dema em di nava we de bûn, em ne yên valagerok bûn
8
û me bê berdêl nanê kesekî nexwarin; lê belê, bona ku em ji we yekî re nebin bargiranî, bi şev û roj em bi ked û zehmetê ve xebitîn.
9
Ne ji ber ku rayedariya me tunebû, lê belê bona ku hûn li gor me bikin, em xwe mîna mînakekê nîşanî we bidin bû.
10
Ji ber ku dema hîn em li cem we bûn, me vî emrî da we: Yê ku naxwaze bixebite, bila xwarinê jî nexwe!
11
Ji ber, em dibihîzin ku hinek kes di nava we de betal digerin; tu karî nakin, lê belê dipelişin karên kesên din.
12
Û bona yên ku wusa ne, bi aramiyê bixebitin û nanê xwe bixwin, em di Xudan Îsa Mesîh de temmî û wan teşwîq dikin.
13
Lê belê, ya birano, hûn ji qencîtî kirinê ve aciz nebin!
14
Lê belê ger kesekî ji van gotinên me yî di vê nameyê de ne re îtaet neke, wî nîşan bikin; bona ku ji kirinên xwe ve bişerme, têkiliyên xwe yî bi wî re bibirin.
15
Û dîsa jî wî neyar nehesibînin, bi biratîbûnê wî îkaz bikin.
16
Lê belê Xudanê aşitiyê her wext, di her rewşê de, bi xwe aşitiyê bide we! Bila Xudan bi we hemûyan re be!
17
Ez Pawlos, bi destê xwe ve silav; di her nameyê de nişan ev e; wusa dinivîsînim.
18
Bila xêra Xudanê me Îsa Mesîh bi we hemûyan re be! Amîn.
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
All chapters:
1
2
3