bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Titus 1
Titus 1
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 2 →
1
Pawlosê qûlê Xwedê û şagirtê Îsa Mesîh, bona baweriya bijartiyên Xwedê û bona zanyariya rasteqîn, ya li gor rêya Xwedê ye,
2
li gor hêviya jiyana bêdawî, ya ku ji berê ve Xwedayê ku derew nabêje wad kiriye,
3
lê belê di dema li cîh de, wî gotina xwe ya di waz kirinê de daye xuyakirin, ya ku li gor emrê Xelaskerê me Xwedê ji min re hatiye emanet kirin,
4
ji Tîtûsê ku li gor baweriya me yî hevpar, lawê minî rasteqîn e re: Bila ji Bavo Xwedê û ji Xelaskerê me Mesîh Îsa ve xêr, dilovanî û xweşî (bi te re) be!
5
Bona tu karên paş ve maye têxe rêzekê û mîna min emir dabû te ku li her bajarî tu kalepîran wezîfedar bikî, min ji bo vê te li Kirêtayê hişt.
6
Ger yek bêsûc, zilamê pîrekek tenê be û zarokên wî yî baweriyê anîne û di derheqê wan de, ji ber bêedebî û bêrêziyê gilî nehatine kirin, hebe, wî wezîfedar bike.
7
Ji ber ku ger çavdêr, keyayê mala Xwedê be, divê aliyekî wî yî rexneyî tune be; ne yekî ser hişk, zû hêrs dibe, zebûnê xemrê, zordest û li pey qezenca neheq ve direve be;
8
lê belê divê yekî mêvanperwer, qencî hezkir, bi rastdîtin, dadmend, pîroz, saf û bikaribe xwe qontrol bike be;
9
divê li gor perwerde kirinê, bibe yê ku bi zexmî, bi gotina dilsoz ve digire, da ku, bila di perwerdeya zexm de bikaribe teşwîqê bike û bikaribe dengê yên ku li dijî dibêjinê bibire.
10
Ji ber ku pirr kesên asê, devtejî û xapînokî hene; bi taybetî alîgirtên sunetê ji vana ne.
11
Divê mirov devê wan bigire; ji ber ku ew li oxira qezenca neheq, ya divê neyê hînkirin, hîn dikin û hemû malbatan xera dikin.
12
Yekî ji wan, yekî ji peyxamberên wan gotiye: Kirêtayiyan her tim derewçîn, cenawirên har û teralên têrnexwur in!
13
Ev şahdeyiya rast e; bi vê sedemê bona guh nedin efsaneyên Cihûdan û emirên yên ku ji rastiyê ve derketine,
14
bona di baweriyê de zexm bibin, wan bi şiklekî dijwar îkaz bike.
15
Bona kesên ku paqij in, her tişt paqij e, lê belê bona yên mindar û bêbaweran tu tişt ne paqij e; lê him hişê wan, him jî ûcdanên wan gemarî bûne.
16
Bi Xwedê naskirina xwe mukir tên, lê belê bi karên xwe ve wî înkar dikin; ew mekrûh û bêîtaet in û ji bona her karê qenc bêkêr in.
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 2 →
All chapters:
1
2
3