bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Titus 2
Titus 2
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 3 →
1
Lê belê tu tiştên ku li gor hînkariya zexm e, bide hînkirin:
2
Bila zilamên kalepîr di têkiliyên xwe de giran, bipîvanî, bi rastdîtin û di bawerî û hezkirin û sebrê de zexm bin.
3
Mîna vêya, divê jinên pîr di kirinên xwe de ne îftirakir û ne dîlê xemrê pirr bin; lê bila bibin mamosteyên birêz, yên qenciyê;
4
da ku, bona ji gotina Xwedê re neyê kufir kirin, bila pîrekên ciwan, bi awayekî, ji zarokên xwe hez bikin û ji mêrê xwe hez bikin
5
û bi rastdîtin bin, dil pak, di malên xwe de bixebat bin û bengî zilamê xwe bibin, perwerde bikin.
6
Mîna vêya, zilamên ciwan jî bi rastdîtinê ve bi hewes bike.
7
Bi kirina ya qenc, di her babetê de ji wan re bibe mînak.
8
Di hînkariya xwe de giran û durust be, gotinên rast, yên ku kes li hember nesekine bibêje ku, bila yên dijraberiyê li me dikin, gotinekî tahl di derheqê me de bibêje nebînin û bişermin.
9
Dîlan, bona ku di her babetê de bengî efendiyên xwe bibin, bi hewes bike; bila bengî efendiyên xwe bibin; bêyî dana bersivek ne li cîh
10
û bêyî kirina diziyê, ewledarbûna xwe bitûmî bidin xuya kirin; da ku, bila hînkariya di derheqê Xwedayê ku Xelaskarê me ye de ji her alî ve birûmet bikin.
11
Ji ber ku xêra Xwedê, ji bo hemû mirovan xelasiyê anînê ve, derketiye holê;
12
ew hînî me dike ku, divê em bêxwedê bûnê û azweriyên dinê red bikin,
13
bi benda derketina holê û rastbûna hêviya pîroz ya bilindahiya Xwedayê bilind û Xelaskerê me Îsa Mesîh, mayînê, em di dinya niha de, li gor temkîn û bawerî û teqwayê bijîn;
14
wî, xwe di oxra me de radest kir, da ku, me ji her fesadiyê ve xelas bike, safî bike û netewa xas ya ku bona karên qenc bi xîret e, bona xwe paqij bike.
15
Vana bi rayedariyek tam ve bighîne û guhdaran bi xwestek û qanih bike. Bila tu kes te biçûk nebînin!
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 3 →
All chapters:
1
2
3