bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Titus 3
Titus 3
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
1
Bîne bîra wan ku bila bengî rêvebiran û dageriyan bibin, îtaetkar bin û bona kirina her tiştên qenc divê amade bin;
2
bila ji kesekî re kufr mekin, ne şerger bin, lê bila serînerm bin; bila bi hemû mirovan ve têkiliyên xwe ji her alî ve bi nermî deynin.
3
Ji ber ku demekê em jî kesên fêhm nekir, bêîtaet, xapînokî, dîlên azwerî û zewqên tewr bi tewr, yên di nava xerabî û çavnebariyê de dijiyan, yên ji wan dikerihîn û yên ji hev û din dikerihîn bûn.
4
Lê belê gava qencî û hezkirina Xelaskerê me Xwedê, ya ku ji bo mirovan e, xuya kir;
5
ne bi karên ku me bi rastiyê ve kirine, lê bi dilovaniya xwe, bi şuştina ji nû ve welidandinê ve
6
û bi nû kirina Ruhê Pîroz ya bi navgîniya Xelaskerê me Îsa Mesîh ve pirr û pirr bi ser me ve rijand, me xelas kir;
7
da ku, em bi xêra wî bi safkirinê ve li gor hêviya jiyana bêdawîn bibin mêrasker.
8
Ev gotin dilsoz e û bona yên baweriya xwe bi Xwedê ve anîne, bi karên qenc ve mijûlbûnê bifikirin, ez dixwazim ku, tu, di derheqê van tiştan de, bi ewlekarî teyît bike. Vana, ji mirovan re, qenc û bifêde ne.
9
Lê belê xwe ji gengeşiyên bêaqilî û li ber hev dana darê nîjadê û ji şer û keftûleftên di derheqê zagonê de ne, biparêze; ji ber ku ew tiştên bêfêde û vala ne.
10
Paşî îkaz kirina yekemîn û duwemîn, têkiliyên xwe ji kesê partîvan ve bibire.
11
Tuyê bizanibe ku, kesekî wusa, ji rê ve derketiye û xwe bi xwe mehkûm kirinê ve gunehan dike.
12
Dema min Artemas, an jî Tîhîkûs ji te re şand neşand, xîret bike ku tu were cem min Nîkopolîsê; ji ber, min qirar da ku ez ê zivistanê li wir derbas bikim.
13
Dema tu, zagonzan Zênas û Apollos bi rê ve bikî, bala xwe bide ku bila tu kêmasiyên wan tune bin!
14
Û bila yên me jî hînî xwe dana karên qenc ve bibin; bi vî awayî dê motajiyên bingehîn bi dest ve bixin û dê jiyanek bê mêw nedomînin!
15
Hemûyên ku li cem min in, silavê li te dikin! Silavê ji yên di baweriyê de ji me hez dikin re bibêje! Bila xêr bi we hemûyan re be! Amîn.
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
All chapters:
1
2
3