bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
1 Corinthians 2
1 Corinthians 2
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 3 →
1
Ez jî gava hatime cem we xûşk-birano, ez bi xeber yan serwaxtîya kʼemale giran nehatim surʼa Xwedê weva eʼyan kim.
2
Çimkî gava ez nava weda bûm, min nêta xweda danenî ku tiştekî din hîn kim, pêştirî Îsa Mesîh û Ew jî Yê xaçbûyî.
3
Ez xwexa hʼalekî sistda, bi xof û tirs nava weda bûm.
4
Û gotin û hînkirina min, ne ku bi xeberêd serwaxtîya merivayîye zarxweşîyê bû, lê bi îzbatîya qewata Rʼuhʼê Pîroz bû.
5
Ev yek aha bû, wekî bawerîya we bi serwaxtîya merivayê nîbe, lê bi qewata Xwedê be.
6
Lê belê derheqa serwaxtîyêda em yêd rʼuhʼanîye gihîştîrʼa xeber didin, lê ne serwaxtîya vê dinê û ne jî ya serwêrêd vê dinê, ku hʼukumê wan betal dibe.
7
Lê em derheqa serwaxtîya Xwedêye surʼe veşartîda xeber didin, ya ku Xwedê hê berî eʼfirandina dinyayê, bona rʼûmeta me qirar kir.
8
Ji serwêrêd vê dinyayê tʼu kesî ev serwaxtîya feʼm nekir, çimkî heger feʼm bikirana, wê Xudanê rʼûmetê xaç nekirana.
9
Lê çawa nivîsar e: «Ew tiştêd ku çʼeʼva nedîtine û guha nebihîstine, dilê mêrivrʼa derbaz nebûne, Xwedê bona wan hazir kirine, yêd ku Wî hʼiz dikin».
10
Lê belê Xwedê bi Rʼuhʼê Xwe ev yek li ber me vekir. Çimkî Rʼuhʼ her tiştî eʼnene dike, hʼeta nêt-meremêd Xwedêye kʼûr jî.
11
Kʼî haş ji kêl-meʼnîyêd mêriv heye, pêştirî wî rʼuhʼê nava wîda? Usa jî kes haş ji ya Xwedê tʼune, pêştirî Rʼuhʼê Xwedê.
12
Me ne ku rʼuhʼê vê dinyayê standîye, lê ew Rʼuhʼê ji Xwedê, wekî em wan tiştêd ji Xwedêda merʼa dayî feʼm bikin.
13
Em bona van tişta bi gotinêd ji serwaxtîya merivayê hînbûyî xeber nadin, lê bi gotinêd hînkirina ji Rʼuhʼê Xwedê xeber didin, tiştêd rʼuhʼanî wanrʼa şirovedikin, yêd ku xweyî-Rʼuhʼê Xwedê ne.
14
Lê merivê nexweyî-Rʼuhʼ wan tiştêd Rʼuhʼê Xwedê qebûl nake, bi ya wî ev yekana bêhʼişî ne û nikare jî feʼm bike, çimkî hʼalê wan tişta bi rʼuhʼanî têne eʼnenekirinê.
15
Lê yê xweyî-Rʼuhʼê Xwedê her tiştî eʼnene dike, lê belê xwexa ji kesekî nayê eʼnenekirinê.
16
Çawa nivîsar e: «Kʼê nêt-fikira Xudan pê hʼesîya, ku şîretekê bide Wî?» Lê nêt-fikira Mesîh serê meda ye.
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 3 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16