bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
1 Corinthians 8
1 Corinthians 8
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 7
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 9 →
1
Lê niha çi ku ji pirsa qurbanêd pʼûta dikʼeve: Feʼmdarî ye ku zanebûna me her kesî jî heye. Zanebûn pʼişika mêriv diwerimîne, lê hʼizkirin ava dike.
2
Heger yek tʼexmîn dike, ku ew tiştekî zane, ew rʼast hê tiştekî usa nizane çawa ku lazim e bizanibe.
3
Lê heger yek Xwedê hʼiz dike, ew ji alîyê Wîva naskirî ye.
4
Awa derheqa wan qurbanêd pʼûtaye ku merî dixwin: Em zanin ku pʼût heyîna xweva pʼûçʼ in û Xwedêkî din tʼune, pêştirî yekî.
5
Heger bi navêd din jî xwedê hebin, yan li eʼrdê yan li eʼzmên, çawa bêhʼesab xwedê û bêhʼesab xudan hene jî,
6
lê bona me tʼenê Xwedêk heye, Bav, Eʼfirandarê her tiştî, em jî bona Wî hene û tʼenê Xudanek heye, Îsa Mesîh, bi Kʼîjanî her tişt xuliqî ne û bi saya Wî em hene.
7
Lê ev zanebûn cem her kesî tʼune. Hʼeta niha hê dilê hineka pey pʼûtpʼaristîyê ye, ku gava wî goştî dixwin, hʼesab dikin çawa qurbanêd pʼûta û xwe dihʼerʼimînin, çimkî îsafa xweye sistda fikara dike.
8
Lê belê xwarin me li ber Xwedê nade sekinandinê. Heger em bixwin, tiştekî zêde nakin û heger nexwin, tiştekî jî kêm nakin.
9
Lê haş ji xwe hebin, nebe ku ew azaya we bibe kevirek li ber nigê sista.
10
Em bêjin, heger merivekî ku îsafa xweye sistda fikara dike te bibîne, wekî tu «xweyîzanebûn» î û li sifra pʼaristgeha pʼûtda rʼûniştî yî, ne ew kirê te wê dil bide wî, ku ew jî qurbanêd pʼûtpʼaristîyê bixwe?
11
Û ji dest wê «zanebûna» te, birê teyî sist, bona kʼîjanî Mesîh mir, wê unda be.
12
Bi vî awayî, gava tu neheqîyê li xûşk-birêd xwe dikî û îsafa wane sist birîndar dikî, li ber Mesîh neheqîyê dikî.
13
Awa heger xwarin dibe kevirê li ber pʼîyê birê min, gerekê îdî tʼu car ez goşt nexwim, wekî birê xwe pʼişk nekim.
← Chapter 7
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 9 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16