bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
1 Corinthians 5
1 Corinthians 5
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 4
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 6 →
1
Deng heye ku nava weda bênamûsî jî heye û ew jî bênamûsîke usa, wekî nava pʼûtpʼaristada jî tʼune, ku yek dest davêje dêmarʼîya xwe.
2
Û hûn ji kʼubarîyê hʼirʼ bûne! Ne gerekê we şîn bikira û yê xweyê vî kirî ji nava xwe derxista?
3
Lê belê çawa ez bedenî ne nava weda me, lê rʼuhʼê xweda hazir im û çawa yekî hazir, min îdî bona yê vî tiştî dike qirara xwe bi navê Xudanê me Îsa daye. Gava hûn cîkî dicivin, rʼuhʼê min jî tʼevî we, bi qewata Xudanê me Îsa
5
wî merivî bidine destê mîrêcin, ku qalibê wî unda be û rʼuhʼê wî xilaz be Rʼoja Xudanda.
6
Ne qenc e ku hûn firʼnaq dibin! Gelo hûn nizanin ku hinek hevîrtirʼşk tʼemamîya şkevê hiltîne?
7
Vî hevîrtirʼşkê kevin ji xwe dûr xin, ku hûn bibine hevîrê nûyî bê hevîrtirʼşk, çawa hûn usa ne jî. Çimkî Berxê meyî Cejina Derbazbûnê, awa gotî Mesîh bona me hate serjêkirinê.
8
De em vê cejinê derbaz kin, ne ku bi hevîrtirʼşkê kevinî neheqîyê û xirabîyê, lê bi nanê bê hevîrtirʼşk, bi nanê hʼelalîyê û rʼastîyê.
9
Min werʼa neʼmêda nivîsîbû, ku tʼevî qava nebin.
10
Ne ku gotina min derheqa qava, timakʼara, tʼalankir yan pʼûtpʼaristêd vê dinêda bû. Heger usa bûya, gerekê hûn lap ji dinê derkʼetana.
11
Lê belê min werʼa nivîsî, ku hûn tʼevî wî nebin, yê ku navê xwedênasîyê ser e, lê qav e, tima ye, pʼûtpʼarist e, buxdanbêj e, serxweş e, yan jî tʼalankir e. Tʼevî yê usa hʼeta nên jî nexwin!
← Chapter 4
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 6 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16