bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
Hebrews 1
Hebrews 1
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 2 →
1
Gelek cara û bi gelek cûrʼa Xwedê pêşda pê pʼêxembera kal-bavêd merʼa xeber daye,
2
lê van rʼojêd axirîyêda pê Kurʼê Xwe merʼa xeber da, Kʼîjan ku kʼifş kir, wekî axirîyê bibe xweyîwarê her tiştî û bi Wî jî eʼrd û eʼzman eʼfirand.
3
Ew nûra rʼûmeta Xwedê ye, xût mîna heyîntîya Wî ye, Ew bi qewata xebera Xwe her tiştî xwey dike. Gava Ewî mecala şûştina gunêd meriva hazir kir, li jor herema mezinayîya Xwedêye rʼastê rʼûnişt.
4
Kurʼ haqasî ji milyakʼeta jortir kʼet, çiqasî ew navê ku Wî stand ji navêd wan mestir e.
5
Çimkî Xwedê tʼu milyakʼetîrʼa aha negotîye: «Tu Kurʼê Min î, Tu îro Minrʼa bûyî» û dîsa: «Ezê bavê Wî bim, Ewê jî Kurʼê min be».
6
Û gava Xwedê nixurîyê Xwe dişîne dinyayê, aha jî dibêje: «Bira hʼemû milyakʼetêd Xwedê serê xwe ber Wî daynin».
7
Lê bona milyakʼeta aha dibêje: «Ew milyakʼetêd Xwe dike ba û berdestîyêd Xwe alava êgir».
8
Lê belê bona Kurʼ Xwedê dibêje: «Tʼextê Te Xwedêyo, tʼextê hʼeta-hʼetayê ye, şiva pʼadşatîya Te şiva heqîyê ye.
9
Tu heqîyê hʼiz dikî û dijenî neheqîyê, lema jî Xwedêyo, Xwedêyê Te Tu bi rʼûnê şabûnê rʼûnkirî, ji hevalêd Te zêdetir».
10
Û aha jî dibêje: «Ya Xudan, Te pêşîyê hʼîmê dinyayê danî û eʼzman kirêd destêd Te ne.
11
Ewê wêran bin herʼin, lê Tê bimînî, hʼemûyê mîna cila bipʼizinin.
12
Tê wan hev bipʼêçʼî mîna qapʼût, mîna kʼinca wê bêne guhastinê. Lê Tu dîsa Ew î û salêd Te wê kêm nebin».
13
Kʼîjan milyakʼetîrʼa Xwedê gotîye: «Kʼêleka Mine rʼastê rʼûnê, hʼeta Ez neyarêd Te bikime binê pʼîyêd Te»?
14
Îdî milyakʼet çi ne? Ew hʼemû jî rʼuhʼêd berdestî ne, ku bona xizmetkʼarîya wan têne şandinê, yêd ku xilazbûnê wê war bin.
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 2 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13