bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
Hebrews 4
Hebrews 4
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 5 →
1
Awa ew sozê ku bona kʼetina nava rʼihʼetîya Wî hê dimîne, lema gerekê em haş ji xwe hebin, ku ji we tʼu kes ji wê rʼihʼetîyê nemîne.
2
Çimkî merʼa jî ew Mizgînî hate dayînê, çawa wanrʼa. Lê belê ew Mizgînîya ku wan bihîst kʼar neda wan, çimkî ew yek bawerîyêva girê nedan.
3
Lê em ku bawer dikin, emê bikʼevine wê rʼihʼetîyê. Ev yek aha ye, çawa ku Xwedê got: «Awa Min ji hêrsa sond xwar got: ‹Tʼu car ewê nekʼevine rʼihʼetîya Min!›» Lê Ewê ku ev yek got, şixulêd Wî ji wextê eʼfirandina dinyayêda xilaz bibûn.
4
Cîkî bona rʼoja hʼefta aha hatîye gotinê: «Û Xwedê rʼoja hʼefta ji hʼemû şixulêd Xwe rʼihʼet bû».
5
Û li vir dîsa dibêje: «Tʼu car ewê nekʼevine rʼihʼetîya Min».
6
Awa hinekê bikʼevine wê rʼihʼetîyê, lê ewê ku pêşda mizgînî bihîstibûn ji dest nebawerîyê nekʼetinê.
7
Bona vê yekê Xwedê rʼojeke din kʼifş dike û dibêje «îro», pey gelek wextarʼa, çawa bi zarê Dawid jor hate gotinê: «Îro heger hûn dengê Wî bibihên, serhʼişk nîbin».
8
Heger Yêşû rʼihʼetî dabûya wan, îdî Xwedê wê pey wê yekêrʼa bona rʼojeke din xeber neda.
9
Awa bona cimeʼta Xwedê hê rʼojeke rʼihʼetîyê mîna rʼoja şemîyê heye.
10
Belê ewê ku dikʼeve rʼihʼetîya Xwedê, ew îdî ji şixulêd xwe rʼihʼet dibe, çawa Xwedê jî ji şixulêd Xwe.
11
Awa em bikin ku bikʼevine wê rʼihʼetîyê, wekî tʼu kes mîna nebawerîya wan nekʼeve rʼoja wan.
12
Xebera Xwedê sax û zor e û ji her şûrê dudevî birʼatir e, ku derbazî hʼeta navbera rʼuhʼ û can, hestû û mejû dibe, nêt û fikirêd dila jî eʼnene dike.
13
Û tʼu eʼfirîn ji Wî veşartî nîne, lê her tişt li ber çʼeʼvê Wî vekirî û aşkere ye, ku li ber Kʼîjanî emê hʼesabê xwe bidin.
14
Awa ku Serekkʼahînekî meyî mezin heye, ku eʼzmanarʼa derbaz bûye, Îsayê Kurʼê Xwedê, de werin em wê bawerîya ku îqrar dikin qewîn bigirin.
15
Serekkʼahînekî meyî usa tʼune, ku bêtʼaqetîyêd meda dilê Wî ser me neşewite, lê Ew ji hʼemû alîyada cêrʼibandî ye mîna me, lê tʼenê bêgune.
16
De îdî em mêrkʼîmî nêzîkî tʼextê Xwedêyî kʼeremê bin, wekî rʼeʼmê bistînin û kʼeremê bibînin ku gava em hʼewce bin, alîkʼarîya me bike.
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 5 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13