bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
Hebrews 3
Hebrews 3
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 4 →
1
Awa xûşk-birayêd pîroz, hûn ku heval-pʼarêd wê gazîya eʼzmên in, li Îsa binihêrʼin, Wî şandîyî û Serekkʼahînê ku em îqrar dikin.
2
Ew hindava Xwedêda amin bû, Yê ku Ew bona vê yekê kʼifş kir, çawa Mûsa jî tʼemamîya mala Wîda amin bû.
3
Belê Îsa haqasî ji Mûsa zêdetir hêjayî rʼûmetê bû, çiqasî qedirê yê ku malê çêdike, ji qedirê malê zêdetir e.
4
(Feʼmdarî ye, her malek bi destê yekî tê çêkirinê, lê yê her tişt eʼfirandîye, Xwedê ye.)
5
Rʼast e Mûsa tʼemamîya mala Wîda xulamekî amin bû, bona şeʼdetîya wan tiştêd ku Xwedê wê bigota.
6
Lê Mesîh çawa kurʼ hindava mala Xwedêda amin bû. Û ew mala Wî em in, heger em wê eʼgîtîyê û gumana ku em pê difirʼin qewîn bigirin.
7
Bona vê yekê çawa Rʼuhʼê Pîroz dibêje: «Îro heger hûn dengê Wî bibihên,
8
mîna kal-bavêd xwe serhʼişk nîbin, çawa ku wana serî hilda, gava berʼîyêda hatine cêrʼibandinê,
9
wê dera ku kal-bavêd we bi qelpê xirab Ez cêrʼibandim û tʼemamîya çil salî jî kirêd Min dîtin.
10
Lema jî hʼîlê Min ji wî nisilî çû û Min got: ‹Dilada tʼimê ew xalifî ne û rʼîya Min nas nekirine›.
11
Awa Min jî ji hêrsa sond xwar got: ‹Tʼu car ewê nekʼevine rʼihʼetîya Min!›»
12
Haş ji xwe hebin xûşk-birano, nebe ku nava we yekîda dilekî xirab û nebawer hebe, ku pişta xwe bide Xwedêyê sax.
13
Lê her rʼoj dil bidine hev, hʼeta ku nivîsarêda bona me «îro» heye, wekî ji we tʼu kes bi guna nexape, nebe serhʼişk.
14
Çimkî em tʼevî Mesîh bûne xweyîpʼar, heger tʼenê em wê bawerîyê ji serîda hʼeta xilazîyê qewîn bigirin.
15
Awa çawa jor hate gotinê: «Îro heger hûn dengê Wî bibihên, serhʼişk nîbin, çawa wextê serhildanêda».
16
Ew kʼî bûn, yêd ku bihîstin û serî hildan? Ew hʼemû nîbûn, yêd ku bi destê Mûsa ji Misirê derkʼetibûn?
17
Çil salî hʼîlê Xwedê ji kʼê çû? Ne ji wan çû, yêd ku gune kirin, cinyazêd wan berʼîyêda man?
18
Û Xwedê bona kʼê sond xwar ku nekʼevine rʼihʼetîya Wî, heger ne bona neêlima?
19
Îdî em dibînin ku evana ji dest nebawerîya xwe nikaribûn bikʼetanayê.
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 4 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13