bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
Mark 11
Mark 11
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 10
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 12 →
1
Gava ew nêzîkî Orşelîmê bûn û gihîştine çʼîyayê Zeytʼûnê û gundêd Beytfacê û Beytanyayê, hingê Îsa du şagirtêd Xwe şandin
2
û wanrʼa got: «Herʼine wî gundê pêşberî xwe. Hema çawa ku hûn bikʼevinê, hûnê ceʼşikeke girêdayî bibînin ku hê kesek lê sîyar nebûye. Ewê vekin û bînin.
3
Û heger yek ji we bipirse û bêje: ‹Hûn çima vê yekê dikin?› bêjinê: ‹Xudanrʼa lazim e û wê destxweda bişîne vir›».
4
Ew şagirt çûn û li ber derî li kʼûçê, ceʼşikeke girêdayî dîtin. Gava vedikirin,
5
hinekêd wir sekinî pirsîn: «Hûn çi dikin? Çima wê ceʼşikê vedikin?»
6
Şagirta caba wan usa da, çawa ku Îsa wanrʼa gotibû. Û ew hiştin.
7
Ceʼşik Îsarʼa anîn, kʼincêd xwe avîtine ser wê û Ew li wê sîyar bû.
8
Geleka kʼincêd xwe ser rʼê rʼadixistin, hineka jî ji kʼewşên çʼiqilêd dara dibirʼîn, ser rʼê rʼadixistin.
9
Yêd li pêşîya Wî û pey Wî ku diçûn dikirine qîrʼîn: «Hosanna! Bimbarek e Ewê ku bi navê Xudan tê!
10
Bimbarek e ew Pʼadşatîya bavê me Dawide ku tê. Hosanna Yê Herî Jorinrʼa! »
11
Îsa kʼete Orşelîmê, çû pʼaristgehê. Çʼeʼvê Xwe li her tiştî gerʼand, lê çimkî îdî êvar bû, tʼevî her donzdeha çû Beytanyayê.
12
Rʼoja dinê, gava ew ji Beytanyayê derdikʼetin, Îsa birʼçî bû.
13
Dûrva dareke hêjîrêye belgdayî dît, berbi wê çû, kʼa tiştekê ser hebe. Gava gihîşte darê, pêştirî belga tiştek nedît, çimkî hê ne wextê hêjîra bû.
14
Hingê Ewî wê darêrʼa got: «Bira îdî tʼu kes tʼu car berê te nexwe». Şagirtêd Wî ev gotin bihîstin.
15
Û ew hatine Orşelîmê. Îsa kʼete pʼaristgehê û destpêkir ewêd ku pʼaristgehêda dikʼirʼîn û difirotin derxistine derva. Tʼextêd pʼereguhêrʼa û kʼursîyêd kevotkfiroşa welgerʼandin
16
û nehişt, ku tʼu kes tiştekî pʼaristgehêrʼa derbaz ke.
17
Ew hîn kirin û got: «Çima ne nivîsar e: ‹Mala Min wê bona hʼemû mileta mala dua bê hʼesabê›? Lê we ew kirîye ‹şkefta qaçaxa› ».
18
Serekêd kʼahîna û qanûnzana ev yek ku bihîstin, destpêkirin ku çawa bikin Wî bikine fesalê bikujin. Ewana ji Wî ditirsîyan, çimkî tʼemamîya eʼlaletê ser hînkirina Wî zendegirtî mabû.
19
Gava ku rʼo çû ava, Ew ji bajêr derkʼetin.
20
Serê sibehê, gava ewana ber darêrʼa derbaz bûn, dîtin ku ew dara hêjîrê rʼawê xweva hʼişk bûye.
21
Kʼete bîra Petrûs û ewî Îsarʼa got: «Dersdar, dîna Xwe bidê, ew dara hêjîrêye ku Te nifirʼ lê kir hʼişk bûye».
22
Îsa wanrʼa got: «Bawerîya we bira ser Xwedê hebe.
23
Ez rʼast werʼa dibêjim, kʼî ku vî çʼîyayîrʼa bêje: ‹Rʼabe xwe bavêje beʼrê› û dudilî nebe, lê bawer bike ku gotina wî wê biqewime, usa jî wê bibe.
24
Bona vê yekê Ez werʼa dibêjim, hûn çi ku nava duada bixwazin, bawer bikin ku we îdî standîye û xwestina we wê bê sêrî.
25
Û gava ku hûn disekinin û dua dikin, bibaxşînin, heger tiştekî we hindava kesekîda hebe, wekî Bavê weyî eʼzmana jî neheqîyêd we bibaxşîne we.
26
Lê heger hûn nebaxşînin, Bavê weyî eʼzmana jî neheqîyêd we nabaxşîne we».
27
Û ew dîsa hatine Orşelîmê. Dema ku Îsa pʼaristgehêda digerʼîya, serekêd kʼahîna, qanûnzan û rʼûspî hatine cem Wî
28
û jê pirsîn: «Tu bi çi hʼukumî van kira dikî? Kʼê ev hʼukum daye Te, ku Tu van kira bikî?»
29
Îsa wanrʼa got: «Ezê jî tiştekî ji we bipirsim. Heger we caba Min da, Ezê jî werʼa bêjim, ku Ez bi çi hʼukumî van kira dikim:
30
Hʼukumê nixumandina Yûhʼenna ji eʼzmên bû yan ji meriva? Caba Min bidin!»
31
Ewana nav hevda şêwirîn û gotin: «Heger em bêjin: ‹Ji eʼzmên bû›, Ewê bêje: ‹Lê we çima ew bawer nekir?›
32
Lê heger em bêjin: ‹Ji meriva bû?..›» Ew ji eʼlaletê ditirsîyan, çimkî hʼemûya qebûl kiribû ku Yûhʼenna rʼast pʼêxember bû.
33
Caba Îsa dan û gotin: «Em nizanin». Îsa wanrʼa got: «Ez jî werʼa nabêjim ku Ez bi çi hʼukumî van kira dikim».
← Chapter 10
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 12 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16