bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
Mark 12
Mark 12
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 11
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 13 →
1
Û bi mesela dest bi xeberdanê kir, wanrʼa got: «Merivekî rʼezê tirîya danî, dora wê sûr kir, hʼewzekî tirîhʼincirʼandinê têda kʼola, hêlaneke nobedara çêkir û ew bi kʼirê da rʼezvana, çû welatekî din.
2
Wextda xulamek şande cem rʼezvana, wekî ji wî rʼezî berê pʼara xwe ji wan bistîne.
3
Lê wana ew girt, kʼutan û destvala verʼêkirin.
4
Û wî dîsa xulamekî din şande cem wan, lê wana serî lê şkênand û ew rʼobet kirin.
5
Ewî yekî din şand, wana ew jî kuşt. Wî gelekêd din şandin, wana hinek ji wan kʼutan û hinek jî kuştin.
6
Bona wî tʼenê yek mabû ku bişanda, kurʼê xweyî delal. Xulese rʼabû ew jî şand û got: ‹Hilbet wê ji kurʼê min şerm bikin›.
7
Lê ev rʼezvanêd han li hev şêwirîn û gotin: ‹Ev warê wî ye! Werin em vî bikujin, mîratʼê merʼa bimîne›.
8
Hingê ew girtin kuştin û cinyazê wî ji rʼez derxistine der.
9
De îjar xweyê rʼez wê çi bike? Ne ewê bê qirʼa rʼezvana bîne û rʼez bide hinekêd din?
10
Çima we ew nivîsar nexwendîye? ‹Ew kevirê ku hosta tʼexsîr kir, ew bû serê eʼnîşkê.
11
Ev yek ji alîyê Xudanda qewimî û li ber çʼeʼvê me hʼeyr-hʼujmekʼar e!› »
12
Serwêrêd cihûya feʼm kirin, ku Îsa ev mesele anî ser wan, kirin ku Wî bigirin, lê ji eʼlaletê tirsîyan, kʼerba Ew hiştin û çûn.
13
Paşê wana hineke ji fêrisîya û piştgirêd Hêrodes şandine cem Wî, wekî Wî bi xeberêd devê Wî bigirin.
14
Ewana hatin û jêrʼa gotin: «Dersdar! Em zanin ku Tu yekî rʼast î. Minetê ji kesî nakî, çimkî nav merivada firqîyê danaynî, lê rʼîya Xwedê rʼast hîn dikî. Gelo rʼast e ku em xerc bidine Qeyser yan na? Em bidin, yan nedin?»
15
Lê durʼûtîya wan ku Îsava eʼyan bû got: «Çima hûn Min dicêrʼibînin? Minrʼa zîvekî bînin ku Ez bibînim».
16
Wana jêrʼa zîvek anî. Ewî ji wan pirsî: «Ev navê nivîsar û sifet yê kʼê ye?» Wana got: «Yêd Qeyser in».
17
Îsa wanrʼa got: «Wekî usa ye, çi ku yêd Qeyser in bidine Qeyser û çi ku yêd Xwedê ne bidine Xwedê». Û ser Wî eʼcêbmayî man.
18
Sadûqî, ku dibêjin rʼabûna mirîya tʼune, hineke ji wan hatine cem Îsa û jê pirsîn:
19
«Dersdar! Mûsa merʼa nivîsîye: ‹Heger birê yekî bêzurʼet bimire û jinê stûxar bihêle, bira birê wî jina wî bistîne û warê birê xwe şîn ke›.
20
Awa hʼeft bira hebûn. Birê mezin jinek stand, bêzurʼet mir.
21
Biçʼûkê wî ew jin stand, ew jî bêzurʼet mir, usa jî hate serê yê sisîya.
22
Xulese van her hʼeft bira jî ew jin stand û bêzurʼet mirin, pey wanrʼa jî ew jin mir.
23
De îjar wê Rʼoja Rʼabûnê, gava mirî rʼabin, eva jina wê kʼîjan birayîrʼa bikʼeve? Çimkî her hʼefta jî ewa standibû».
24
Îsa li wan vegerʼand û got: «Ne hûn ji dest vê yekê xalifî ne, ku ne nivîsara zanin, ne jî qewata Xwedê?
25
Gava yêd mirî ji mirinê rʼabin, wê ne bizewicin û ne jî mêr kin, çimkî ewê mîna milyakʼetêd eʼzmana bin.
26
Lê derheqa rʼabûna mirîyada, çima we Kʼitêba Mûsada nexwendîye serhatîya dara dirʼîyêda ku çawa Xwedê Mûsarʼa dibêje: ‹Ez Xwedêyê Birahîm, Xwedêyê Îshaq û Xwedêyê Aqûb im›?
27
Ew ne Xwedêyê mirîya ye, lê Xwedêyê zêndîya ye. Hûn lap xalifî ne!»
28
Qanûnzanekî ku şerʼ-deʼwê wan bihîst û dîna xwe jî dayê, ku Îsa çawa qenc caba wan da, nêzîkî Îsa bû û jê pirsî: «Kʼîjan tʼemî ser hʼemû tʼemîyarʼa ye?»
29
Îsa lê vegerʼand: «Ev e tʼemîya ser tʼemîyarʼa: ‹Bibihê, Îsraêl! Xudan Xwedêyê me Xudanek e.
30
Xudan Xwedêyê xwe hʼiz bike, bi tʼemamîya dilê xwe, bi tʼemamîya canîya xwe, bi tʼemamîya hʼişê xwe û bi tʼemamîya qewata xwe›.
31
Ya duda jî ev e: ‹Hevalê xwe weke xwe hʼiz bike›. Ji van mestir tʼu tʼemî tʼune».
32
Îjar qanûnzan Wîrʼa got: «Rʼast e, Dersdar! Te rʼast got, ku ‹Xudan yek e û ji Wî pêştir yekî mayîn tʼune›.
33
Û ‹bi tʼemamîya dil, bi tʼemamîya aqil, bi tʼemamîya qewatê Xwedê hʼizkirin› û ‹hevalê xwe jî weke xwe hʼizkirin› ser her dîyarîyêd tʼevayîşewatê û qurbanêd mayînrʼa ye».
34
Îsa dîna Xwe dayê, ku wî bi aqilî caba xwe da, jêrʼa got: «Tu ji Pʼadşatîya Xwedê ne dûr î». Pey vê yekêrʼa, îdî tʼu kesî newêribû tiştek ji Wî bipirsîya.
35
Gava ku Îsa pʼaristgehêda hîn dikir, got: «Qanûnzan çawa dibêjin ku Mesîh kurʼê Dawid e?
36
Ne Dawid xwexa pê Rʼuhʼê Pîroz dibêje? ‹Xudan gote Xudanê min: Li milê Minî rʼastê rʼûnê, hʼeta ku Ez dijminêd Te bikime binê pʼîyêd Te›.
37
Awa Dawid xwexa ku Wî ‹Xudan› hʼesab dike, îdî Ew çawa dibe kurʼê Dawid?» Wê eʼlaleta giran bi dil û eşq guhdarîya Îsa dikir.
38
Hînkirina Xweda Ewî got: «Hʼevza xwe ji wan qanûnzana bikin, yêd ku hʼiz dikin bi çuxêd dirêj bigerʼin, bazarada silavê bidine wan,
39
kʼinîştada kʼursîyêd pêşin bigirin û şayîyada jî herema jorin rʼûnên.
40
Evana alîkîva malêd jinebîya hʼûfî xwe dikin, alîyê dinva jî bona xwekʼifşkirinê duayê xwe dirêj dikin. Dîwana wanê hê giran be».
41
Îsa li pêşberî pʼeredanga pʼaristgehê rʼûnişt û dîna Xwe dayê, ku eʼlaletê çawa pʼere davîtine pʼeredangê. Gelek dewletîya gelek avîtinê.
42
Jinebîke belengaz jî hat û du pol, ku dikire qurʼûşek, avîtê.
43
Îsa şagirtêd Xwe gazî cem Xwe kirin û wanrʼa got: «Ez rʼast werʼa dibêjim, ku evê jinebîya belengaz ji van hʼemûya zeʼftir avîte pʼeredangê,
44
Van hʼemûya ji zêdeya hebûka xwe avîtinê. Lê evê vê belengazîya xweda çî wê hebû ku pê eʼbûrê xwe bikira hʼemû avîtê».
← Chapter 11
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 13 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16