bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
Mark 15
Mark 15
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 14
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 16 →
1
Serê sibehê zû serekêd kʼahîna tʼevî rʼûspîya, qanûnzana û tʼemamîya civîna giregirarʼa şêwirîn. Îsa girêdan û birin dane destê Pîlato.
2
Pîlato ji Wî pirsî û got: «Tu yî Pʼadşê cihûya?» Ewî cab da û got: «Te bi devê xwe got».
3
Hingê serekêd kʼahîna gelek tiştada avîtine Wî.
4
Pîlato dîsa ji Wî pirsî û got: «Tu qet cabekê nadî? Dîna Xwe bidê, ku çiqasî davêjine Te!»
5
Lê Îsa îdî tʼu cab neda wî, hʼeta ku Pîlato şaş ma.
6
Awa her Cejina Derbazbûnêda eʼdetê welî bû, ku girtîkî cimeʼtêrʼa berʼde, kʼîjan ku wan bixwesta.
7
Girtîk kelêda hebû navê wî Barabas, ku tʼevî rʼaberîkʼarêd hevalêd xwe serhildanêda mêr kuştibûn.
8
Eʼlalet civîya û ji welî xwest ku ew li anegorî wî eʼdetê xwe xwestina wan bike.
9
Pîlato jî wanrʼa got: «Hûn dixwazin wekî ez bona we Pʼadşê cihûya berʼdim?»
10
Ewî zanibû ku serekêd kʼahîna ji dest hʼevsûdîyê Îsa dabûne destê wî.
11
Lê serekêd kʼahîna hê nav eʼlaletê dan, ku bixwazin wekî Barabas bona wan bê berʼdanê.
12
Pîlato dîsa ji wan pirsî û got: «Lê ez îdî Ewî çawa bikim, yê ku hûn jêrʼa Pʼadşê cihûya dibêjin?»
13
Wana kire qîrʼîn û gotin: «Wî xaç ke!»
14
Pîlato wanrʼa got: «Çima? Evî çi xirabî kirîye?» Lê wana hê dikire qîrʼîn: «Wî xaç ke!»
15
Pîlato xwest ku eʼlalet rʼazî kira, Barabas bona wan berʼda. Û Îsa da ber qamçîya û da destê wan, wekî bê xaçkirinê.
16
Hingê eskera Ew bire hindurʼê serayê, awa gotî hʼewşa qesira welî û hʼemû rʼefa eskera li ser civandin.
17
Çuxekî şîrk lê kirin û tʼacek ji stirîya vegirtî dane sêrî.
18
Destpêkirin silav danê û gotin: «Xweş be Pʼadşê cihûya!»
19
Pê qamîş li serê Wî dixistin, tʼûyî Wî dikirin û li ser çoka li ber Wî ta dibûn.
20
Lê pey qerfkirinêrʼa, ew çuxê şîrk jê êxistin, kʼincêd Wî lê kirin û birine derva ku Wî xaç kin.
21
Şimhʼûnê ji Kûrênê, bavê Skender û Rʼûfo wirrʼa derbaz dibû, ku ji kʼewşên dihat. Eskera pʼêyî ser wî kirin ku xaçê Îsa hilde.
22
Îsa birine wî cîyê ku jêrʼa Golgota digotin, ku tê feʼmkirinê: «Cîyê Qafa».
23
Şerava zimir tʼevkirî danê ku vexwe, lê Wî venexwar.
24
Ew xaç kirin, ser kʼincêd Wî pʼeşk avîtin, kʼa kʼêrʼa wê çi bikʼeve, nava xweda bela kirin.
25
Û sibehê sihʼet nehe bû, gava Ew xaç kirin.
26
Nivîsara neheqîya Wî aha nivîsar bû: «PʼADŞÊ CIHÛYA».
27
Tʼevî Wî du qaçax jî xaç kirin, yek li milê Wîyî rʼastê, yê din li milê Wîyî çʼepê.
28
Bi vî awayî ew nivîsar hate sêrî, ya ku dibêje: «Ew tʼevî zulmkʼara hate hʼesabê».
29
Û ewêd ku wirrʼa diçûn-dihatin, ew bêhurmet dikirin, serê xwe dihʼejandin û digotinê: «Hêyî! Ne Teyê pʼaristgeh hilşanda û sê rʼojada çêkira,
30
de Xwe xilaz ke, ji xaç were xwarê!»
31
Usa jî serekêd kʼahîna tʼevî qanûnzana nav xweda qerfê xwe lê dikirin û digotin: «Xelq xilaz kir, lê Xwe nikare xilaz ke!
32
De bira niha Mesîh, Pʼadşê Îsraêlê ji xaçê bê xwarê, wekî em bibînin û bawer bikin». Yêd tʼevî Wî hatibûne xaçkirinê jî teʼn li Wî dixistin.
33
Nîvro ji sihʼeta donzdeha hʼeta sihʼeta sisîya, tʼemamîya eʼrdê bû teʼrî.
34
Û sihʼeta sisîya Îsa bi dengekî bilind kire qîrʼîn û got: «Êloyî, Êloyî, lama sabaxtanî?» ku tê feʼmkirinê: «Xwedêyê Min, Xwedêyê Min, Te çima Ez hiştim?»
35
Ewê ku nêzîk sekinîbûn, gava ev xeber bihîstin, gotin: «Binihêrʼin, Ew gazî Êlyas dike».
36
Ji wan yek bezî, lûfika beʼrê hilda sirkêda kir, qamîşekîva danî û dirêjî Wî kir, ku vexwe û got: «Bisekinin. Em bibînin kʼa Êlyasê bê Wî bîne xwarê».
37
Îsa bi dengekî bilind kire qîrʼîn û rʼuhʼê Xwe da.
38
Wî çaxî pʼerʼda pʼaristgehê ji sêrî hʼeta binî qelişî, bû du tîşa.
39
Sersedê ku li pêşberî Îsa sekinî bû, gava dît ku Îsa çawa rʼuhʼê Xwe da, got: «Rʼastî jî eva Meriva Kurʼê Xwedê bû!»
40
Li wê derê kʼulfet jî hebûn, ku dûrva li vê yekê dinihêrʼîn. Meryema Mejdelanî, Meryema dîya her du bira, Aqûbê biçʼûk û Yûsês û usa jî Seloma nav wanda bûn.
41
Evana hingê, gava Îsa li Celîlê bû, pey Wî diçûn û jêrʼa xizmetkʼarî dikirin. Pêştirî van, gelek kʼulfetêd din jî wir hebûn, ku tʼevî Îsa hatibûne Orşelîmê.
42
Ev yek rʼoja tʼivdarekkirinê bû, awa gotî rʼoja berî şemîyê. Berê êvarê
43
Ûsivê Arîmetyayî hat, ew yekî xweyîqedir û endemê civîna giregira bû. Ew xwexa jî li hîvîya Pʼadşatîya Xwedê bû. Wî turuş kir, çû cem Pîlato, cinyazê Îsa jê xwest.
44
Pîlato bihîst ku Îsa îdî mirîye, eʼcêbmayî ma. Gazî sersed kir û jê pirsî: «Rʼast e ku Ew usa zû mirîye?»
45
Gava ew ji sersed eʼseyî pê hʼesîya, cinyaz da Ûsiv.
46
Wî qedekê kʼitanî kʼirʼî, cinyaz anî xwarê, pê kʼefen kir, tʼirbekêda danî, ya ku qeyêda kʼolayî bû. Kevirek hol kire ber derê tʼirbê.
47
Meryema Mejdelanî û Meryema dîya Yûsês dîtin ku ew li kʼu derê hate definkirinê.
← Chapter 14
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 16 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16