bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
2 Timothy 1
2 Timothy 1
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 2 →
1
Li gor wada jiyanê ya ku di Mesîh Îsa de ye, bi viyana Xwedê, şagirtê Mesîh Îsa Pawlos,
2
ji lawê minî xoşewîst Tîmotêyos re: Bila ji Bavo Xwedê û Xudanê me Mesîh Îsa ve xêr, dilovanî û xweşî (bi te re) be!
3
Şev û roj bêsekin di duayên xwe de, bi bîranîna te, ez ji Xwedayê ku mîna bapîrên xwe bi ûcdanek paqij ji wî re qûlitiyê dikim re, şikir dikim.
4
Hêsirên çavên te bi bîr ve tînim û bona bi kêfxweşiyê ve tijî bibim, bi bêrîkirinê ve li benda dîtina te dimînim.
5
Baweriya ji dilî ya di te de bi bîr ve tînim; ez bawer im, ew baweriya ku pêşiyê di pîrika te Loîsê de û dawiyê di dayika te Ewnîkê de bû, niha jî di te de ye.
6
Ji ber vê yekê, bi destdana minî ser te tînim bîra te, tu xelata ku Xwedê daye te geş bike!
7
Ji ber ku Xwedê ne ruhê tirsonekiyê, lê belê ruhê qudret, hezkirin û xwe zeft kirinê daye me.
8
Niha, ji şahdeyiya Xudanê me û ji min, yê di oxra wî de hatiye girtin şerm meke; lê belê li gor qudreta Xwedê, ji bo Mizgîniyê, tevî min zehmetê bikişîne;
9
wî, me ne li gor karên me, lê li gor armanc û xêra xwe xelas kir û bangî jiyanek pîroz kir; ev xêr ji me re, di Mesîh Îsa de berî destpêkê hatiye bexşandin;
10
lê belê niha bi hatina wî derketiye eşkeretiyê; Xelaskerê me Mesîh Îsa mirinê bê çalak hiştiye û jiyan û bêmiriniyê bi navgîniya Mizgîniyê derxistiye ronahiyê.
11
Ez mîna waiz, şagirt û hînkariya vê Mizgîniyê ve hatim wezîfedar kirin.
12
Sedema minî van êş kişandinan jî ev e; lê belê ez şerm nakim. Ji ber, ez dizanim ku bi kê bawer im û ez bawer im ku, ew di wê hêza de ye ku, ya wî emanetî min kiriye, heta wê rojê ew ê bikaribe biparêze.
13
Bi mînakiya gotinên zexm, yên ku te ji min bihîstine, di baweriyê û hezkirina ku di Mesîh Îsa de ye de, bigire!
14
Emanetê qenc bi navgîniya Ruhê Pîroz, yê ku di me de dimîne biparêze!
15
Tu dizanî ku hemûyên li Asyayê ne, ji min zivirîn; Fîgelos û Hêrmoxênis jî ji wan in.
16
Bila Xudan ji maliyên Onesîforos re dilovaniyê bibexşîne; ji ber ku wî pirr caran min dilhênik kir û ji zincîra min şerm nekir;
17
lê belê dema ew li Romayê bû, bi xîret li min geriya û dît.
18
Xudan bide wî ku, bila ew di wê rojê de ji Xudan ve dilovaniyê bibîne! Û tu zehf qenc pê dizanî ku, wî li Efesê çiqas xizmet ji min re kiriye.
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 2 →
All chapters:
1
2
3
4