bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
2 Timothy 2
2 Timothy 2
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 3 →
1
Niha tu, ya lawê min, di xêra di Mesîh Îsa de ye de xwurt bibe.
2
Û tiştên ku te di nava gellek şahdeyan de ji min bihîstine, siparteyî zilamên ku bikaribin hînî kesên din bikin û dilsoz in re bike.
3
Mîna leşkerekî qenc yê Mesîh Îsa, tevî min zehmetê bikişîne!
4
Kesên leşkeriyê dike, têkiliya xwe bi karên rojane re nîne; bona xoşnûd kirina yê ku wî bangî leşkeriyê kiriye dixebite.
5
Û ger kesek jî beşdariya pêşbaziya sporê dibe, ger li gor qaîdeyan pêşbaziyê neke, nikare taca serfiraziyê li xwe ke.
6
Cotkarê ku kedê dide, divê bibe kesê yekemîn yê parê ji zadê ve bistîne.
7
Gotinên min baş bifikire û dê Xudan di her babetê de fêhmkariyê bide te!
8
Îsa Mesîhê ku, li gor Mizgîniya min, ji nîjada Dawid e û ji mirinê ve vejiyaye di bîra xwe de bîne;
9
heta mîna sûckirekî li qeyd û zincîran xistinê, ez di oxra wê de zehmetê dikişînim; lê belê gotina Xwedê ne girêdayiye!
10
Ji ber vê yekê, bona yên hatine hilbijartin ez baldirêjiyê li her tiştî dikim; da ku, bila ew jî bi bilindahiya abadîn, bigihêjin xelasiya di Îsa Mesîh de ye.
11
Ev gotina dilsoz e: Ger em bi wî re miribin, em ê bi wî re jî bijîn;
12
ger em li ber xwe bidin, em ê bi wî re jî serweriyê bajon; ger em wî înkar bikin, ew ê jî me înkar bike;
13
ger em dilsoz nemînin, ew ê dilsoz bimîne; ji ber ku ew nikare xwe bi xwe înkar bike.
14
Di hizûra Xudan de, nekirina şerê bêje, yên ku dibe sedema têkçûna yên ku dibihîzin û xeynî wê tu qenciya wê nîne li wan temmî bike û van tiştan di bîra wan de bîne.
15
Gotina rastiyê bi rastî bikar bîne û bona ku tu xwe ji Xwedê re wekî karkerekî meqbûl û rû sipî pêşkêş bikî, xîretê bike.
16
Lê belê ji gotinên mindar û vala ve bireve; ji ber ku yên bi vana bikevin, dê di bêxwedêbûnê de hîn jî pêş ve biçin
17
û dê gotinên wan mîna lareşê ve belav bibin; Hûmenêyos û Fîlîtos ji vana ne;
18
bi gotina, jixwe qiyamet bûye, di derheqê rastiyê de çewt bûn û baweriya hinekan bi serûbinî dikin.
19
Lê belê bingeha zexm ya Xwedê avêtiye, bi gotinên: Xudan yên aidê xwe ne nas dike û: Heçî kesên ku navê Mesîh bang dikin, bila dûrî xerabiyê bisekinin! hatiye mor kirin û disekine.
20
Û di malekî mezin de tenê ne feraxên zêr û zîv, lê belê feraxên darinî û axînî jî hene û hinekan bona karên birûmet û hinekan bona karên bêrêz tên şuxulandin.
21
Niha ger kesek xwe ji van tiştan safî bike, dê bibe feraxek li gor armancên birûmet hatiye pîroz kirin, ji efendiyê xwe re bi fêde û amadeyî her karê qenc e.
22
Lê belê ji azweriyên ciwanî ve bireve û tevî kesên bi dilên paqij ve bangî Xudan dikin, li pey dadmendî, bawerî, hezkirin û dilxweşiyê ve baz bide!
23
Lê belê ketina guftegoyên bêaqil û nezanî red bike; tu dizane ku vana şer derdixin.
24
Û ji qûlê Xudan re şer ne hewce ye; lê belê divê li dijî herkesî rûnerm û bona hînkirinê amadekar, tehemûlkar;
25
yên li dijî disekinin bi nermî bîne rê be; bona ku rastiyê fêhm bikin, dibe ku Xwedê tobê bide wan û
26
ew ji kemîna Îblîsê bona xwestinên wî bînin cîh wan bindest kiriye, dê hişyar bibin.
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 3 →
All chapters:
1
2
3
4
Recommended Reading
Commentary
2 Timothy Commentaries
→
Devotional
2 Timothy Devotional Guide
→
Get This Bible
PNU Study Bible
→