bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
2 Timothy 3
2 Timothy 3
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 4 →
1
Vêya bizanibe ku, dê di rojên dawîn de demên dijwar çê bibin.
2
Ji ber ku dê mirov, hezkirê xwe, zebûnê pera, pesnvedar, qurre, kufirbaz, ji dayik û bavan re bêîtaet, nankor, mindar,
3
bê şewqat, lihevneker, îftiraker, binketê nefsa xwe, har, neyarê qenciyê,
4
xayîn, bi inyad, ji xwe razî, ji Xwedê zêdetir ji kêfê hezkir,
5
yên sûretê teqwayê nîşan bidin û hêza wî înkar bikin bibin. Ji kesên ûsa ve dûr bimîne!
6
Ji ber ku yên dikevin hundirê xaniyan, bi tewr û tewr azweriyên bi gunehan tijî ve diçin,
7
yên her dem hîn dibin; lê belê tu carî nagihêjin zanîna rastiyê, yên ku pîrekên bê xem êsîr dikin, ji vana ne.
8
Yanîs û Yambrîs çawa li dijî Mûsa sekinîbin, vana jî bi vî awayî li dijî rastiyê disekinin. Vana mirovên ramanên wan xerabûyî û di babeta baweriyê de hatine red kirin in.
9
Lê belê dê nikaribin hîn jî pêş ve herin; ji ber ku wekî di mînaka wan de dê bêaqiliya vana jî her kes bibîne.
10
Lê belê te, hînkariya min, têkiliyên min, armanca min, baweriya min, sebra min, hezkirina min, hêza minî berxwedanê,
11
zilm û êşên min kişandiye, mîna ku tiştên li Antaqyayê, li Qonya û Lîstrayê hate serê min, ji nêzîk ve temaşe kir. Min ji çi zilman re baldirêjî kir û Xudan min ji hemûyan xelas kir!
12
Û hemûyên ku aidî Mesîh Îsa ne û dixwazin jiyanek li gor teqwayê bajon, dê zilmê bibînin.
13
Lê belê kesên xerab û sextekar, bi xapînokî û xapandinê ve dê hîn jî pêş ve biçin.
14
Lê belê tu bi zanîna ku ji kî ve hîn bûyînê; di tiştên ku tu hîn bûyî û bawerî pê anîne de bisekine;
15
ji ber ku tu ji zarokantiya xwe ve bi nivîsên pîroz, ên ku dikarin bi navdîtiya baweriya di Mesîh Îsa de yî, bona xelasiyê te zanyar bikin ve dizanî.
16
Hemiya Nivîsên Pîroz peyxama Xwedê ne û ji aliyê hînkirin, nîşandayîna çewtiyê, sererastkirin û di rêya rastiyê de perwerdekirinê qenc in;
17
da ku, zilamê Xwedê bona her karê qenc hatiye xemilandin bûnê ve rayedar bibe.
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 4 →
All chapters:
1
2
3
4
Recommended Reading
Commentary
2 Timothy Commentaries
→
Devotional
2 Timothy Devotional Guide
→
Get This Bible
PNU Study Bible
→