bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
2 Timothy 4
2 Timothy 4
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
1
Di hizûra Xwedê û Mesîh Îsa, yê ku zindî û miriyan daraz bike de, bona heqê hatin û serweriya wî emir didim te:
2
Kelamê waz bide; di wext û bêwextiyê de vî karî bidomîne; bi hemûya tehemûl û perwerdeyê hişyar bike, biazirîne û teşwîq bike!
3
Ji ber, dê demek ûsa bê ku, dê ew xwe nesipêrin hînkariyek zexm; lê belê bona ku gotinên guhê wan difirkînin guhdarî bikin, dê mamosteyên li gor azweriyên xwe li dora xwe bicivînin
4
û dê guhên xwe ji rastiyê ve bizivirînin û berbi çîrokan ve çewt bibin.
5
Lê belê tu di her tiştî de hişyar be, zehmetê bikişîne, karê waz kirina Mizgîniyê bike, xizmeta xwe bibe serî!
6
Ji ber ku ez jixwe tême qurban kirinê û dema cuda bûna min hatiye.
7
Min têkoşîna qenc kir, bazdanê qedand û baweriyê parast;
8
ji niha pê ve taca rastiyê bona min amade disekine; Xudanê ku darazkerê dad e, dê wê rojê, wê bide min û ne tenê min, lê belê dê bide hemûyên ku ji hatina wî hezdikin jî.
9
Bona zû hatina cem min, xîret bike!
10
Ji ber, bona ku Dîmas ji vê dinê hez kir, dev ji min berda û çû Selanîkê; Kîreskîs çû Galatyayê, Tîtûs jî çû Dalmaçyayê.
11
Li cem min tenê Lûqa heye. Marqos jî bigre û bi xwe re bîne; ji ber ku ew bona xizmetê, ji min re zehf bifêde ye.
12
Lê belê min Tîhîkûs şand Efesê.
13
Dema tu hat eba min, pirtûkan û bi taybetî jî postên nîvîsan yên min li Troasê daniye cem Karpûs bi xwe re bîne.
14
Îskenderê sifirvan gellek xerabiyan li min kir; dê Xudan bersiva kirinên wî bide wî!
15
Tu jî xwe ji wî biparêze; ji ber ku bi dijwarî li dijî gotinên me rabû.
16
Di parastina minî pêşîn de, kesekî li aliyê min derneket, hemûyan min berdan; bila hesabê vêya ji wan ve nê pirsîn.
17
Lê belê bona ku gotina waz kirinê bi navgîniya min ve bêkêmasî bê daxuyanî kirin û bona hemû neteweyan vêya bibihîzin, Xudan li cem min sekinî û min xurt kir û ez bi vî awayî ji devê şêr ve xelas bûm!
18
Dê Xudan min ji her xerabiyê ve xelas bike û dê bona serweriya xwe yî ya ezmanî min xelas bike. Bila bi abadîna abadînan ve ji wî re bilindî be! Amîn.
19
Silavê ji Prîska û Akvîla û ji maliyên Onesîforos re bibêje.
20
Êrastûs li Korîntê ma; lê belê min Trofîmos li Mîletê nexweş hişt.
21
Berî ku zivistan bê, bona hatina xwe xîret bike! Êybûlos û Pûdens û Lînos û Klawdiya û hemû birayan ji te re silav dikin.
22
Bila Xudan Îsa Mesîh bi ruhê te re be! Bila xêr bi we re be! Amîn.
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
All chapters:
1
2
3
4
Recommended Reading
Commentary
2 Timothy Commentaries
→
Devotional
2 Timothy Devotional Guide
→
Get This Bible
PNU Study Bible
→