bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Colossians 1
Colossians 1
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 2 →
1
Ji Pawlosê ku bi viyana Xwedê bûye şagirtê Mesîh Îsa û ji birayê Tîmotêyos,
2
ji birayên di Mesîh de pîroz û dilsoz, yên ku li Kolosê ne re: Bila ji Bavê me Xwedê û Xudan Îsa Mesîh ve, ji we re xêr û xweşî bibe!
3
Di Mesîh Îsa de baweriya we û di kelama rasteqîn ya Mizgîniya ku ji we re hatiye de, bi sedema hêviya ku we di derheqê wê de ji berê ve bihîstine, bona we li ezmanan veşartî ye;
4
wekî me ji hezkirina we ya bi hemû pîrozan re ye bihîstine bin, her tim bona we bi dua kirinê,
5
em ji Xwedê û Bavê Xudanê me Îsa Mesîh re şikir dikin.
6
Ew Mizgînî mîna ji roja ku we wê bihîst û bi rastî jî hînî xêra Xwedê bûn di nava we de ye, di hemû dinê de jî mêwan dide û mezin dibe.
7
We vêya ji xizmetkarê Mesîh, yê dilsoz, yê ji bo we ye, ji hemkedkarê me yî xoşewîst Êpafras ve bihîstin;
8
wî jî hezkirina we yî di Ruh de têgîhand me.
9
Ji ber vê yekê, ji roja ku me vêya bihîstiye, em jî bona we ji dua û lava kirinê, bi hemû zanyarî û fêhm kirina ruhanî ve ji xwestina bona ku hûn xwestina wî bêkêmasî bizanibin paş ve nesekinîn;
10
da ku, hûn bi liyaqiya Xudan ve bijîn û wî ji her alî ve xoşnûd bikin, bona ku hûn di her karê qenc de hilberê bidin û di nasîna Xwedê de pêş ve biçin, em dua dikin.
11
Em dixwazin bona ku hûn li berya her tiştî bi kêfxweşiyê baldirêjî bin, xwe bispêrin hêza wî û bi qudretê ve xwurt bin;
12
hûn ji Bavo yê ku me bona şirîkantiya mêrasa pîrozan ya di ronahiyê de ye ehîl daniye re şikiryê bikin.
13
Wî, me ji hukimraniya tariyê ve xelas kir û danî serweriya Lawê xwe yî xoşewîst.
14
Em di xwîna wî de xwediyê xelasiyê û efû kirina gunehên xwe ne.
15
Ew xuyakirina Xwedayê ku xuya nabe, pêşî zayiyê hemû afirandinê ye.
16
Ji ber ku li ezman û erd, hemû tiştên xuya dibin û yên xuya nabin, textan, serweriyan, rêvebiriyan û hukimraniyan, her tişt di wî de hate afirandin; hemû tişt bi navgîniya wî û bona wî hatine afirandin.
17
Yê berî her tiştî heye ew e û her tişt hebûna xwe di wî de didomînin.
18
Û serê bedenê, yanê, serê Dêrê ew e; bona ku di her tiştî de cîhê pêşîn bigire, yê destpêk û di nava miriyan de pêşiyê bûyiye ew e.
19
Ji ber ku (Xwedê) li cîh dît ku bila hemû tijîbûna xwe di wî de be
20
û razî hat ku bi xwîna xaça wî ve, bi ava kirina aşitiyê divê tiştên ku li erdê ne, divê tiştên ku li ezman in, bi navgîniya wî ve hemû bi xwe re li hev bên.
21
Û hûn jî, demekê di fikrandina xwe û di karên xwe yî xerab de biyan û neyar bûn,
22
lê belê niha di bedena xwe yî goşt de, bi navgîniya mirinê ve wî hûn li hev anîn;
23
ger hûn ji hêviya Mizgîniya ku ez, Pawlos xizmetkarê wê me, ya ku we bihîstine û ji hemû afirên di bin ezmanan de ne re tête waz kirin, tev nelibitin; di baweriyê de bi bingehîbûnê û pêdandî bidomînin, dê we bi pîrozî û bêleke û bi bêsûcî di hizûra wî de pêşkêş bike.
24
Ez niha ji bona we keser kişandina xwe ve kêfxweş dibim û kêmasiya tengasiyên di oxra Dêra ku bedena Mesîh e de, ji aliyê min ve di bedena xwe de temam dikim.
25
Ez, bona kelama Xwedê, raz a ku ji dewr û nifşan ve hatiye veşartin, li gor rêzkirina bona we, ya Xwedê, ya ji min re hatiye dayîn, bûm xizmetkarê Dêrê;
26
lê belê raz, ji pîrozên wî re niha hate daxuyanî kirin; di nav neteweyan de dewlemendiya bilindahiya vê razê ka çî ye,
27
yanê, Xwedê xwest bigehîne wan ku, Mesîhê ku hêviya bilindahiyê ye, di we de ye;
28
vêya jî em, bona ku her mirovî di Mesîh de bi kamilbûnê pêşkêş bikin, ji her mirovî re bi şîret û ji her mirovî re bi hemû hîkmeta wê hînkirinê ve bang dikin;
29
bo vê yekê ez jî li gor kirinên wî yên bi qudretê ve dike, bi cehd û xebatê ve têkoşînê didim.
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 2 →
All chapters:
1
2
3
4