bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Colossians 4
Colossians 4
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
1
Ya efendîno; bizanibin ku li ezman Efendiyek we jî heye û bi vî awayî ji dîlê xwe re bidad û wekheviyê ve têkiliyê deynin.
2
Xwe bidin duayê û di wê de hişyar bimînin û şikir bikin.
3
Di eynî demê de bona me jî dua bikin, da ku, bila Xwedê, bona gotina wî belav bikin û bona raz a Mesîhê ku ez di oxra wî de hatime mehkûm kirin daxuyanî bikin, bila deriyek ji me re veke
4
û bona ez vê razê li gor ku hewceye bi eşkeretî belav bikim.
5
Fersendê bistînin û li dijî yên ku li derve ne, bi zaniyariyê ve bimeşin.
6
Bona hûn bizanibin ku ji her kesî re ka dê bi çi awayî bersiv bête dayîn, bila gotina we, mîna bi xwê ve hatibe perwerde kirin, her tim bi xêrê be.
7
Birayê me yî birêz, Tîhîkûsê di rêya Xudan de hemkedkarê min û xizmetkarê ewledar, dê hemû tiştê di derheqê min de bigehîne we.
8
A vay, bi vê armancê bona ku rewşa me bigehîne û metirsiyê bide dilê we, min wî ji we re,
9
tevî yekî ji we, birayê ewledar û birêz Onîsîmûs şand; ew dê hemû tiştên li vir dibin, bigihînin we.
10
Hevalê minî girtîgehê Arîstarkûs û biraziyê Barnabas Marqos, – we emiran di derheqê wî de girtin; ger were cem we, wî qebûl bikin –
11
û Yêşûyê ku jê re Yûstûs tête gotin, ji we re silav dikin; vana yên ji bisunetbûnê ve ne; bona Serweriya Xwedê tenê vana hevalên min yên xebatê ne û ew ji min re bûn xemrevînî.
12
Yekî ji we û yê ku qûlê Mesîh Îsa ye, Êpafras silavê li we dike; bona ku hûn bi xwestina Xwedê ve girêdayî bimînin û rayedar û xwedîbûna ewledariyek bê kêmasî li ser pêlan bimînin, ew her tim ji bo we bi duayê ve ceng dike.
13
Ji ber ku ez di derheqê wî de şahdeyiyê dikim ku, him bona we û him jî bona yên li Lawdîkyayê û Hêrapolîsê ne, pirr ked daye.
14
Hekîmê birêz Lûqa û Dîmas silavê li we dikin.
15
Ji birayên li Lawdîkyayê ne re, ji Nîmfa re û ji Dêra ku li mala wî ye re silavê bikin.
16
Û paşî ku vê nameya di nava we de hate xwendin, wusa bikin ku, bila di Dêra Lawdîkyayê de jî bê xwendin û hûn jî nameya ku ji Lawdîkyayê ye, bixwînin.
17
Û ji Axrîpo re: Bona xizmeta ku te di Xudan de girtiye bibe serî, balkêşê wê be! bibêjin.
18
Ez, Pawlos, vê silavê bi destê xwe ve dinivîsînim. Girêdana min di bîra xwe de bînin! Bila xêr bi we re be! Amîn.
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
All chapters:
1
2
3
4