bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Colossians 3
Colossians 3
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 4 →
1
Niha, ger hûn tevî Mesîh vejiyabin, tiştên li ezmanê ne bigerin; Mesîh li wir, li rastê Xwedê rûniştiye.
2
Ne li tiştên erdê ne, tiştên ku li ezmanê ne bifikirin.
3
Ji ber ku hûn mirin, jiyana we tevî Mesîh, di Xwedê de veşartî ye.
4
Mesîhê ku bûye jiyana me, kengî xuyanî bibe, wê çaxê hûn ê jî bi wî re, di bilindahiyê de bêne xuyanî kirin.
5
Bo vê sedemê endamên xwe yî li ser rûyê erdê: Zînayê, pîsitî, azwerî, xwestekên xerab û çavbirçîtiya tê mana pûtperestiyê, bikujin!
6
Ji ber vana, xezeba Xwedê, bi ser lawên bêîtaetê ve tê.
7
Dema ku hûn di nava vana de dijiyan, hûn jî demekê di wan de dimeşiyan.
8
Lê belê niha, hûn jî: Hêrsê, girrê, xerabiyê, îftirayê, ji devê xwe ve gotinên bêedebî, giştikî bavêjin.
9
Derewan ji hev û din re mekin; ji ber ku we afirandina kevin, tevî elimandinên xwe yî xerab ji ser xwe derxist û avêtin.
10
Û we afirandina nû, ya li gor wekhevbûna Afirderê xwe bona gîhaştina zanîna bêkêmasî hatiye nû kirin, li xwe kirin;
11
di wê de cihêtiya Grek û Cihûd, bisunet û bêsunet, barbar, Îskît, dîl û azadan nîne; lê Mesîh her tişt e û di her tiştî de ye.
12
Bi vî awayî hûn, mîna yên ji aliyê Xwedê ve bi pîroz û xoşewîstiyê ve hatine bijartinê, qenciyê, dilxweşiyê, dilnizmiyê, sebr û nermiyê li xwe bikin;
13
bila têkiliyên we yî bi hev û din re, dilxweş û nerm bibin; ger giliyê yekî ji we, ji yê din hebe, mîna ku Xudan we bexşandiye, hûn jî hev û din wusa bibexşînin.
14
Li ser hemûyan vana ve hezkirina ku peywendiya kemaliyê ye li xwe bikin.
15
Bila dilxweşiya Mesîh, di dilê we de dadmend bibe; ji vêya re jî hûn di bedenekê de hatin dawet kirin û bibin yên şikiryê dikin!
16
Bila gotina Mesîh, bi hemû dewlemendbûna xwe di hundirê we de bijî; bi hemû zaniyariyê hînî hev û din bikin, şîreta bidin hev, bi gotina Zebûran, qesîdeyan û murxên ruhanî di dilê xwe de bi şikiryê awazan bilindî Xwedê bikin.
17
Û her çi ku hûn di gotinê de, an jî di şixulê de bikin, hemûyan bi navê Xudan Îsa û bi navgîniya wî ji Bavo Xwedê re şikiryê bikin û çêkin.
18
Ya pîrekno, li gor di Xudan de liyaq be, bengî zilamên xwe bibin!
19
Ya zilamno, ji pîrekên xwe hez bikin û li dijî wan muameleya tehl mekin!
20
Ya zarokno, di her tiştî de ji dayik û bavên xwe re îtaet bikin; ji ber ku ev, Xudan xoşnûd dike!
21
Ya bavikno, zarokên xwe neêşînin; ya na dê metirsiya wan bişkê!
22
Ya dîlno, di her tiştî de ji efendiyên xwe yî li gor bedenê re îtaet bikin; vêya ne mîna kesên ku dixwazin mirovan xoşnûd bikin, xizmeta li ber çavan xweş dibe dikin, lê bi dilê pak û bi tirsa Xudan bikin.
23
Bi zanîna hûn dê ji Xudan ve xelata mêrasê bistînin,
24
her çi hûn bikin, ne mîna ku ji bo mirovan dikin, mîna ku bona Xudan dikin ji dil çêkin; hûn ji Xudan Mesîh re qûlitiyê dikin!
25
Lê belê yê ku neheqiyê dike, dê bersiva neheqiya ku kiriye bistîne û di nava mirovan de cihêtî nîne.
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 4 →
All chapters:
1
2
3
4