bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Colossians 2
Colossians 2
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 3 →
1
Ji ber ez dixwazim hûn bizanibin ku divê bo we, divê bo yên li Laodîkyayê ne û divê jî bo yên tu carî wecê min nedîtine, ez çi têkoşînek mezin didim;
2
da ku, bila dilê wan metirsiyê bibîne û bila di hezkirinê de yek bibin;
3
yanê, bila bigihêjin hemû dewlemendiya ewledariya hînkirê daye û raza Xwedê, Mesîhê ku hemû xezîneyên zaniyarî û zanînê tê de veşartiye, nas bikin.
4
Ez vêya, bona tu kes we bi gotinên nerm ve nexapînin dibêjim.
5
Ji ber ku her çiqas ez bi bedenê ne di nav we de bim jî, bi ruhî tevî we me; ez birêzbûniya we û zexmbûna baweriya we yî bo Mesîh dibînim û kêfxweş dibim.
6
Wê demê we çawa Xudan Mesîh Îsa qebûl kiribin, bi wî awayî di wî de bijîn
7
û bi şikiryê ve tijî bibin, di wî de bi reh bibin û bi avahîbûnê mîna ku hînî we bûye di baweriyê de bi hêz bibin.
8
Xwe biparêzin! Bila tu kes bi gotinên vala û xapînokî, bi felsefeya xwe yî ne li Mesîh, li kevneşopa mirovan û seretayên bingehê dinê ve spartî ye we talan nekin;
9
ji ber ku hemû tijîbûna Xwedayî bi bedenî di wî de ye;
10
serê her rêvebir û serweriyê ew e û hûn jî di wî de gîhaştin tijîbûnê.
11
We di suneta Mesîh de, bi ji xwe kirina bedena goşt, bi suneta ku bi dest ve nayê çêkirin hûn di wî de hatin sunet kirin.
12
Di vaftîzê de hûn bi wî re hatin binax kirin û bi bawerî anîna hêza Xwedayê ku wî ji mirinê ve vejandiye, hûn jî bi wî re vejiyan.
13
Dema hûn ji berya sûc û bêsunetbûna bedena xwe mirî bûn, wî hemû sûcên we bexşandin, we tevî wî vejandin.
14
Wî zagona nivîsî ya ku bi qaîdeyên xwe li dijberê me bû, paqij kir, wê li xaçê xist û ji navendê rakir.
15
Dema wî çekên di destê serwerî û rêvebiriyan de girt, wan di xaçê de bindest kir û bi vî awayî her tiştî bi eşkeretî li ber çavan raxist.
16
Bo vê sedemê bila tu kes di derheqê xwarin û vexwarin, cejn, an meha nû, an jî roja Sebtê de we daraz neke;
17
vana, siya tiştên ku dê were ne, lê belê ya esil di Mesîh de ye.
18
Bila tu kesên di dilnizmiya sexte û peristina milyaketan de di ber xwe didin, yên li ser xewnên xwe yî dîtiye disekine û bi ramanên ezitiya xweza ve li cîhê vala quretiyê dikin û yên nikarin xwe bi Serî ve bigirin, we bêyî xelata we nehêlin.
19
Bi alîkariya hemû beden, movik û peywendiyan ji vî Seriyî xwe têr dike û temam dibe, bi mezinbûna ku Xwedê dide geş dibe.
20
Ger hûn tevî Mesîh, ji seretayên bingehî yên dinê re mirine, ma çima hûn mîna yên di dinê de dijîn, li pey qaîdeyên mîna:
21
Vêya negre, vêya tam neke û dest vêya nede, diçin?
22
Hemûya vana, bona tiştên bi şuxulandinê ve tune bibin e; spartî emir û hînkariyên mirovan e.
23
Bê şik, ji aliyê ji dil ve peristinê, dilnizmiya sexte û ji bedenê re eziyet kirinê de, xuyakirinek zaniyarî ya van qaîdeyan heye; lê belê bona berketina têkçûna ezitiya xweza, tu qenciya wan nîne.
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 3 →
All chapters:
1
2
3
4