bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Philippians 1
Philippians 1
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 2 →
1
Ji qûlên Mesîh Îsa, ji Pawlos û ji Tîmotêyos ve, ji çavnêrîvan û wezîfedaran û ji hemû pîrozên di Mesîh Îsa de, yên ji Fîlîpiyê ne re:
2
Bila ji Bavê me Xwedê û ji Xudan Îsa Mesîh ve xêr û xweşî ji we re be!
3
Her ku we di bîra xwe de tînim, şikiriyê ji Xwedayê xwe re dikim.
4
Ez di her duayê xwe de, ji ber hevkarîtiya we ya di belavkirina Mizgînê,
5
a ji roja pêşîn heta îrojê de, bona we hemûyan, her tim bi dilşadî niyazan dikim.
6
Ji ber ku ez bawer im; yê ku di we de dest bi karekî qenc kiriye, dê vî karî heta roja Mesîh Îsa biqedîne.
7
Ez mafdar im ku bona we hemûyan wusa bifikirim. Ji ber ku hûn di dilê min de ne. Ez, dixwaze zincîrkirî bim, dixwaze jî bi parastina Mizgînê serrast kirinê bikim, hûn hemû tevî min şirîkên sayeya Xwedê ne.
8
Ji ber, Xwedê şahdeyê min e ku, min bi hezkirina di dilê Mesîh Îsa de çawa bêriya we hemûyan kiriye.
9
Û ji bo vêya dua dikim ku, bila hezkirina we, di zanîn û di haybûna bi her awayî de bêsekin zêde bibe.
10
Ûsa ku, bila hûn zanibin qîmetên sereta cihê bikin û bi vî awayî,
11
bona bilindî û pesnahiya Xwedê, bi mêwa rastiyê ya ku bi navgîniya Îsa Mesîh ve hatiye tijî bibin û heta roja Mesîh pak û bêqisûr bibin.
12
Birano, ez dixwazim ku hûn vêya bizanibin; tiştên ku hatine serê min, herî zêde li qenciya belavbûna Mizgîniyê bûye;
13
wusa ku, hemû nobedarê qesrê jî tev de, her kes hîn bû ku min di oxra Mesîh de li zincîran xistine
14
û gellekên birayan jî, ji ber zincîrkirina min, bi Xudan ve ewle dibin û di gotina kelama Xwedê de hîn jî dilawêr dikin.
15
Bi rastî hin kes Mesîh bi çavnebarî û pêşbaziyê, hin kes jî bi nêta qenc ve waz didin;
16
vana dizanin ku ez bona belav kirina Mizgîniyê hatime wezîfedar kirin û vêya bi hezkirinê çê dikin;
17
lê belê yên din jî Mesîh ne bi dilê paqij, dibêjin qey dê di girtîbûna min de tengasiyê ji min re derxînin, bi azweriyên ezperestiyê ve didin nasîn.
18
Ma çi be? Dixwaze bila bi nêta xerab, dixwaze bila ji rastiyê be, di her rewşê de Mesîh tê danasînê; ez bi vêya kêfxweş dibim û ez dê kêfxweş bibim jî.
19
Lewma dizanim ku, bi duayên we û bi alîkariya Ruhê Îsa Mesîh, dê vêya ji bona xelasiya min be;
20
li gora bende mayîna min, ya tîndar û hêviya min, ez ê di tu tiştî de neyêm şermezar kirin, lê belê mîna ku her tim dibe, niha jî, divê bi jiyanê, divê bi mirinê be, dê Mesîh di bedena min de, bi dilawêriyek bitûmî bête bilind kirin.
21
Ji ber ku jiyan bona min Mesîh e, mirin jî qezenc e.
22
Lê belê di bedenê de jiyîn jî, ger ev, di karê min de dê berê bîne, wê gavê nizanim ez ê çi hilbijêrim.
23
Lê belê ez ji her duyan aciz dibim; ez dixwazim ku cuda bibim û tevî Mesîh bimînim; ji ber ku ev hîn jî zêde qenc e;
24
lê belê di bedenê de mayîna min, bona we hîn jî hewce ye.
25
Û ez ji vêya ewledar im û ez dizanim ku, ez ê bimînim û bona ku hûn di baweriyê de geş û dilxweş bibin, ez ê li cem we hemûyan bimînim;
26
da ku, dema ez dîsa bêm cem we, hûn di Mesîh Îsa de hîn jî bi min pesnahiya xwe vedin.
27
Lê bila jiyana we liyaqî Mizgîniya Mesîh be, da ku, ez bêm û we bibînim jî û ez neyêm jî, tiştên di derheqê we de, di ruhekê de pêdandî sekina we, bona baweriya Mizgîniyê, mîna canekî bi hev re xebata we û di tu tiştî de ji yê ku li dijî disekinin ve netirsîna we ez bibihîzim;
28
ev, ji wan re helaq; lê belê ji we re nîşana xelasiyê ye; ew jî ji Xwedê ye.
29
Ji ber ku di oxra Mesîh de tenê cihêtiya bi wî ve bawerkirinê nedane we,
30
lê belê bona hûn bibin xwediyê xebata ku we di min de dîtine û niha di min de dibihîzin û di oxra wê de keserê kişandin jî ji we re hate dayîn.
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 2 →
All chapters:
1
2
3
4