bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Philippians 2
Philippians 2
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 3 →
1
Bi vî awayî ger di Mesîh de cesaretek, ger xemrevîniyek ji hezkirinê ve tê û di Ruh de yekîtî hebe, ger hezkirinek û dilovaniyek ji dil hebe,
2
kêfxweşiya min temam bikin; da ku, bila eynî hezkirina we hebe û hûn wekî dilekî bin û di fikirandina yek fikirî de bin.
3
Tu tiştî bi ezîtiyê û bi pesnahiya vala ve mekin; lê belê bi dilnizmiyê ve, bila her yek yê din ji xwe sereta bihesibîne;
4
bila her yekî ji we ne li karên xwe, lê belê bila her yekî ji we li karên yê din jî binihêre.
5
Ramana di Mesîh Îsa de bû, bila di we de jî hebe;
6
ew Mesîhê ku, çawa di haweya Xwedê de bû jî, lê bi Xwedê re wekheviyê mîna xenîmetekê nehesiband;
7
lê belê ji bilindahiya xwe tazî bû û hawe ya qûla girt û di mînakbûna mirovan de bû;
8
û di awayiyê de wekî mirov hate dîtin û heta mirinê, belê heta mirina xaçê îtaet kir û xwe nizm kir.
9
Bo vê yekê Xwedê wî gellekî bilind kir û navê ku seretatirê her navî ye jê re bexşand;
10
da ku, di navê Îsa de bila hemûyên li ezman in û li erdê ne û di bin erdê de ne, çong bişkînin
11
û bona bilindahiya Bavo Xwedê, her ziman bi gotina, Îsa Mesîh Xudan e, mukir werin.
12
Ji ber vê yekê, ya xoşewîstên min, mîna ku we her demî îtaet kirine, ne tenê dema ez di nava we de bim, lê belê niha di tunebûna min de hîn jî zêde bi tirs û lerizîn, bona xelasiya xwe bixebitin.
13
Ji ber, yê bona tiştên ku wî xoşnûd bike hûn him bixwazin û him jî bikin di we de çalak e, Xwedê ye.
14
Her tiştî bê gotin û bê keftûleftê çêkin;
15
da ku, bila hûn bi gotina jiyanê ve bi şidandî pêçayî û li cem van nifşeyên xwar û ji rê derketî de, di nava wan de mîna stêrkên di kaînatê de bibiriqin, pak û bêqisûr, bibin zaroyên Xwedê, yên bêleke;
16
da ku, ez jî bibînim ku li cîhê vala baz nedame û li cîhê vala keda xwe nedame û di roja Mesîh de bibim xwediyê sedema pesnvedanê.
17
Lê belê ger ez li ser pêşkêşiya baweriya we û xizmeta wê ve mîna qurbanekî rijandinê bêm qurbankirin jî, ez kêfxweş dibim û bi we hemûyan re kêfxweş dibim;
18
mîna vêya hûn jî kêfxweş bibin û bi min re kêfxweş bibin!
19
Lê belê ez di Xudan Îsa de hêvî dikim ku di nêzîk de Tîmotêyos ji we re bişînim; da ku, ger ez jî tiştên di derheqê we de hîn bibim, dilê xwe aram bikim.
20
Ji ber ku kesekî minî din, mîna wî bifikire û ji dil bi rewşa we re têkiliyê deyne tune.
21
Ji ber ku hemû tiştên xwe difikirin, ne tiştên Mesîh Îsa!
22
Lê belê bi dilsoziya wî ya ku hatiye ceribandin û mîna ku law xizmetê ji bav re bike, wî bi min re, bona pêş ve birina Mizgîniyê xizmetê kiriye, hûn dizanin.
23
Her çi rewşa min eşkere bibe nebe, ez hêvî dikim ku ez ê wî ji we re bişînim.
24
Lê belê bi Xwedê ve baweriya min ew e ku, ez bi xwe jî di nêzîk de werim.
25
Lê belê min hewce dît, şagirtê ku we bona dema teng de alîkariyê ji min re bike şandibû, birayê min, kedkarê min û yê ku me pev re têkoşînê dida Êpafrodît vegerînim, ji we re bişînim.
26
Ji ber ku bêriya we hemûyan dikir û ji ber ku we nexweşiya wî bihîstiye, zehf xemgîn bû.
27
Bi rastî jî ew di dereca mirinê de nexweş ketibû; lê Xwedê ji wî re, ne tenê ji wî re, lê belê bona ez êşê bi ser êşê ve nebînim ji min re jî dilovaniyê kir.
28
Niha bona ku hûn bi dîsa dîtina wî ve kêfxweş bibin û xemgîniya min jî kêm bibe, min wî hîn jî zû şand.
29
Niha wî di Xudan de bi hemû kêfxweşiyê ve bêkêmasî qebûl bikin û kesên mîna wî birûmet bikin.
30
Ji ber ku bona alîkariya ku we nikarîbûn ji min re bikirana, bike, canê xwe avêt talûkê û di oxra karê Mesîh de nêzîkî mirinê bû.
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 3 →
All chapters:
1
2
3
4