bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Philippians 3
Philippians 3
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 4 →
1
Welhasil birayên min, di Xudan de kêfxweş bin! Ji we re nivîsandina tiştên wekhev, aciziyê nade min; lê belê ewlekariyê dide we.
2
Xwe ji kûçikan ve biparêzin, ji karkerên xerab ve xwe biparêzin; ji jêkirinê ve xwe biparêzin!
3
Ji ber ku bisunetiyên rastî em, yên bi navgîniya Ruhê Xwedê ve peristinê dikin, bi Mesîh Îsa ve pesnahiyê didin û bi bedenê ve ne bawer in.
4
Bi rastî ez dikarîbûm bi bedenê jî ewle bibûma; ger kesek din dibêje qey ew bi bedenê ewle bibe, ez hîn jî zêde;
5
ez ku, roja heyştemîn hatime sunetkirin, ji nîjada Îsraêl, ji eşîra Benyamîn, ji Îbraniyan Îbraniyek; li gora zagonê Fêrisî,
6
li gora xîretê, yê ku zilmê li Dêrê dikir; li gor rastiya ku di zagonê de ye, bêqisûr bûm.
7
Lê belê min her tiştên ku ji min re dibe qezenc, di oxra Mesîh de zerar hesiband.
8
Belê, ji ber bilindahiya zanîna Xudanê min Îsa Mesîh, yê ku min di oxra wî de her tiştên xwe winda kiriye, bi rastî jî her tiştî zirar dihesibînim û gihûr dihesibînim; da ku, ez Mesîh qezenc bikim
9
û ne rastiya min, ya ku ji zagonê ye, lê belê bi baweriya Mesîh ve, bi rêya baweriya ji Xwedê ve û wekî rastî û baweriya min hebe, ez di wî de bêm dîtin;
10
ez bi girtina sûretê mirina wî, wî û bi qudreta vejîna wî û bi şirîkantiya keserên wî bizanibim;
11
da ku, bi rêyekê ji miriyan bigihêjim vejînê.
12
Ez nabêjim ku ji niha ve gîhaştime vana, an jî ji niha ve gîhaştime wê rayedariyê; lê belê bona xelata ku Mesîh bi qezenc kirina min ve daniye qezenc bikim baz didim.
13
Birano, ez hîn xwe, vana qezenc kirî nahesibînim; lê belê vêya dikim: Hemû tiştên li dawiyê maye ji bîr dikim û bi dirêjbûna hemû tiştên pêşiyê ve
14
bona qezenc kirina xelata ku Xwedê di banga xwe yî ezmanî de ya di Mesîh Îsa de daniye ber bi armancê ve baz didim.
15
Li gora vêya bila hemû gîhaştiyên me di vê ramanê de bin û ger di babetekî din de, ramanekî we yî din hebe, dê Xwedê vêya jî bi eşkeretî xuyayî we bike.
16
Lê tiştê ku em gihîştinê çi be, em bi eynî zagonê ve bimeşin!
17
Birano, hûn hemû bi hev re min mînak bigirin û di jiyana kesên ku li gora mînakên me dijîn de balkêş bin.
18
Ji ber ku, mîna min bi caran di derheqê wan de ji we re gotiye, niha jî di nava hêsirên çavan de dîsa dibêjim; gellek kesên dimeşin hene ku, neyarên xaça Mesîh in.
19
Dawiya vana têkçûn e; îlahê vana hûrê wan e û bi şermên xwe pesnên xwe vedidin, tenê vê dinê difikirin.
20
Lê belê welatê me li ezmana ye; em ji wir li benda Xelasker; Xudan Îsa Mesîh in jî.
21
Ew, bi çalakiya hêza xwe yî dikare her tiştî bi xwe ve girêde, dê bedenên me yî ketî jî biguherîne û bike mîna bedena xwe yî bilind.
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 4 →
All chapters:
1
2
3
4
Recommended Reading
Commentary
Philippians Commentaries
→
Devotional
Philippians Devotional Guide
→
Get This Bible
PNU Study Bible
→