bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Philippians 4
Philippians 4
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
1
Ji ber vê yekê, ya xoşewîstno, kêfxweşiya min, taca serê min, birayên minî xoşewîst, yên min ji dil bêriya wan kiriye, bi vî awayî di Xudan de ûsa sabît bisekinin!
2
Ez ji Evodiya ve rica dikim û Sîntîhê ve rica dikim, bila di Xudan de di ramanekî de bin.
3
Belê, ya rêhevalê minî rasteqîn; li ber te jî digerim, alîkariyê ji wan re bike; ji ber ku ew bi min re, bi Klêment re û bi kedkarê min ên din yên navê wan di pirtûka jiyanê de ne re, bona Mizgîniyê têkoşînê kirin.
4
Di Xudan de her tim kêfxweş bin; dîsa dibêjim: Kêfxweş bin!
5
Bila sernermiya we ji aliyê hemû mirovan ve bê zanîn. Xudan nêz e!
6
Di tu tiştî de xemê nekişînin; lê belê bila di her tiştî de xwestekên we, ji Xwedê re, bi dua û lavayan, bi şikiryê ve bête gîhandin
7
û aştiya Xwedê ya ku hemû hînkirinan derbas dibe, dê di Mesîh Îsa de dilên we û ramanên we biparêze!
8
Welhasil, ya birano, çi rûmetên rastî, birêzî, rasteqînî, pak, xweşik û dilovanî hebe, çi rûmetên liyaqî pesnahiyê û bixûpakî hebe, wê bifikirin!
9
Yê ku hûn hîn bûne, we qebûl kirine, bihîstine û her çi tiştê ku we di min de dîtine jî bikin û dê Xwedayê dilxweşiyê bi we re be.
10
Niha, ji ber ku we fikirê xwe yî di derheqê min de ne, di dawiyê de nû kirine, ez di Xudan de zehf kêfxweş bûm û we di vê babetê de jî difikirîn, lê belê fersenda we tunebû.
11
Gotina min ne di derheqê hewcedariyê de ye; ji ber ku ez di her rewşa ku tê de me, hînî qinyatkariyê bûme.
12
Ez bi xizanî kişandinê jî dizanim, di nav firehiyê de jînê jî. Di her tiştî û di hemû tiştan de ez hînî raza him têrbûnê, him birçîbûnê, him di firehiyê de bûnê, him jî di motajiyê de bûnê, bûm.
13
Ez dikarim bi navgîniya yê ku min bi hêz dike, her tiştî bikim.
14
Lê belê we qenc kir ku tengasiyê min, bi min re par kirin.
15
Û ya Fîlîpiyan, hûn jî dizanin ku, di destpêka Mizgîniyê de, dema ez ji Makêdonyayê derketim, di babeta dayîn û stendinê de xeynî we tenê, qet tu Dêr beşdarî min nebû.
16
Ji ber ku dema ez li Selanîkê bûm jî, li ser motajiya min we yek du cara ji min re şandin.
17
Ji ber ku ez li diyariyê nagerim; lê belê li hilbera li gor hesabê we zêde bûye ve digerim.
18
Lê belê her tiştê min heye û ez di firehiyê de me; tiştên ku ji we hatine ji Êpafrodît ve stendim û tijî me; vana pêşkêşiyên bêhn xweş, qurbanên meqbûl yê ku bi Xwedê ve xweş xuyanî dibin e.
19
Û Xwedayê min her hewceyên we, dê bi dewlemendbûna xwe, di Mesîh Îsa de bi rewnaqiyê ve bibîne.
20
Bila ji Bavê me Xwedê re, heta bi abadîna abadînan ve bilindahî be! Amîn.
21
Ji her yê pîroz re di Mesîh Îsa de silavê bikin! Birayên li cem min in, silavê li we dikin.
22
Hemû pîrozan û bi taybetî yên maliyên Qeyser in, silavê li we dikin.
23
Bila xêra Xudanê me Îsa Mesîh bi we hemûyan re be! Amîn.
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
All chapters:
1
2
3
4
Recommended Reading
Commentary
Philippians Commentaries
→
Devotional
Philippians Devotional Guide
→
Get This Bible
PNU Study Bible
→