bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
Luke 17
Luke 17
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 16
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 18 →
1
Îsa şagirtêd Xwerʼa got: «Nabe ku sebebîya jirʼêkʼetinê tʼunebe, lê wey li wî, ku bibe sebebê vê yekê.
2
Wîrʼa hê qenc e, ku beraşek stûyê wîva bê girêdan û avîtinê nava beʼrê, ne ku ji vanêd biçʼûk yekî ji rʼê derxe.
3
Haş ji xwe hebin! Heger birê te guna bike, lê hilê, heger ser kirina xwe pʼoşman be, wî bibaxşîne.
4
Û heger nava rʼojêda hʼeft cara neheqîyê li te bike û vegerʼe, terʼa bêje: ‹Ez tʼobe dikim›, wî bibaxşîne».
5
Şandîya Xudanrʼa got: «Bawerîya me zêde ke».
6
Xudan got: «Heger bawerîya we weke hʼebeke tʼoximê xerdalê hebe û vê dara tʼûtêrʼa bêjin: ‹Ji vir rʼabe û beʼrêda daçʼike›, ewê ya we bike.
7
Ji we kʼîjan e, ewê ku xulamekî wîyî cotkʼar yan şivan hebe, gava ew ji kʼewşên bê, wîrʼa bêje: ‹Bilezîne kʼerem ke ser sifrê›?
8
Wê pêşîyê jêrʼa nebêje: ‹Şîva min hazir ke, pişta xwe girêde û berdestîyê minrʼa bike. Ez bixwim û vexwim, paşê jî tu bixwe û vexwe›?
9
Gelo bona ew tiştêd ku xulêmrʼa hatine eʼmirkirinê û wî kirine, axayê wî wê jêrʼa bêje: ‹Zeʼf rʼazî me›?
10
Usa jî hûn, gava ew hʼemû tiştêd ku werʼa hatine eʼmirkirinê bikin, bêjin: ‹Em xulamêd bêkêr in. Çi ku li me dikʼet, me ew kir›».
11
Gava Îsa berbi Orşelîmê diçû, nava Sameryayê û Celîlêrʼa derbaz dibû.
12
Çaxê Ew dikʼete gundekî, dehe merivêd kʼotî rʼastî Wî hatin dûr sekinîn
13
û bi dengê bilind gotinê: «Îsayê mamosta, li me were rʼeʼmê».
14
Û gava Îsa ew dîtin, wanrʼa got: «Herʼin xwe nîşanî kʼahîna kin». Û çaxê ew hê diçûn, paqij bûn.
15
Lê gava ji wan yekî dît ku ew paqij bûye, paşda vegerʼîya, bi dengekî bilind şikirî dida Xwedê.
16
Ewî xwe deverʼû avîte ber nigêd Îsa û rʼazîbûn dida Wî. Ew samerî bû.
17
Hingê Îsa got: «Ne her dehe jî paqij bûn, lê kʼanê ne her nehêd din?
18
Çima pêştirî evî merivê xerîb kesek ji wan venegerʼîya, ku bihata şikirî bida Xwedê?»
19
Û wîrʼa got: «Rʼabe herʼe. Bawerîya te tu qenc kirî».
20
Gava fêrisîya ji Îsa pirsî, Pʼadşatîya Xwedê wê kʼengê bê, Ewî li wan vegerʼand û got: «Pʼadşatîya Xwedê aşkere nayê.
21
Ne jî wê bêjin: ‹Va ye vir e!› yan jî: ‹Wê dera han e!› Çimkî Pʼadşatîya Xwedê nava weda ye».
22
Û şagirtêd Xwerʼa got: «Wê rʼojê bên, ku hûnê hʼizreta rʼojeke Kurʼê Mêriv bin, lê nabînin.
23
Û heger werʼa bêjin: ‹Va ye vir e!› yan: ‹Dera han e!› pey nekʼevin neçin.
24
Çimkî çawa birûsk ji alîkî eʼzmên birq dide û tʼemamîya eʼzmên rʼonayî dike, Kurʼê Mêriv jî wê rʼoja xweda usa be.
25
Lê pêşîyê gerekê Ew gelekî cefa bikʼişîne û ji vî miletî bê tʼexsîrkirinê.
26
Çawa rʼojêd Nuhda diqewimîn, usa jî wê rʼojêd Kurʼê Mêrivda biqewimin.
27
Hingê dixwarin, vedixwarin, dizewicîn û mêr dikirin, hʼeta wê rʼoja ku Nuh kʼete gemîyê, lêyî rʼabû qirʼa hʼemûya anî.
28
Û usa jî çawa rʼojêd Lûtda bûn, dixwarin, vedixwarin, dikʼirʼîn, difirotin, dirʼeşandin û çêdikirin.
29
Lê ew rʼoja ku Lût ji Sodomê derkʼet, agir û kʼirkʼût ji eʼzmên barî, qirʼa hʼemûya anî.
30
Ew rʼojê jî wê usa be, gava Kurʼê Mêriv kʼifş be.
31
Wê rʼojê kʼî ser xênî ye û hebûka wî jî malda ye, bira jorda neyê, ku tiştekî hilde û ewê li kʼewşên e, bira paşda venegerʼe.
32
Jina Lût bînine bîra xwe.
33
Kʼî ku dixwaze eʼmirê xwe xilaz ke, wê unda ke, lê kʼî ku eʼmirê xwe unda ke, wê xilaz ke.
34
Ez werʼa dibêjim, wê şevê heger du merî nivînekêda bin, yekê bê hildanê, yekê bê hiştinê.
35
Û heger du kʼulfet ser destarʼekî bin, yekê bê hildanê û ya din bê hiştinê».
37
Wana lê vegerʼand û gotin: «Xudan, evê li kʼîderê bibe?» Ewî ji wanrʼa got: «Beretʼe li kʼu hebe, teyrê jî li wir bicivin».
← Chapter 16
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 18 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24